KON-MED'ê cejna Remezanê li bindestan pîroz kir

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) cejna Remezanê li bindestan hemûyan pîroz kir.

Hevserokên KON-MED'ê peyamek weşandin û gotin, "Em cejna Remezanê ya pîroz ku di nava civakên Îslamê de cejna destpêkên nû, biratî û aştiyê ye, di serî de li gelê xwe yê welatparêz, li civata Îslamê ya bindest hemûyan pîroz dikin."

Hevserokên KON-MED'ê diyar kirin ku dewleta Tirk a mêtinger a bi serkêşiya Erdogan û hêzên hevkarên wî cejna Remezanê li gelên Rojhilata Navîn herimandine û ragihandin, "Cejn di jiyana gelan de banga ji bo jiyanê ya bi rengekî azad, demokratîk, wekhev û biratiyê ye. Em berxwedêrên azadiyê yên Kurd silav dikin ku ji bo avakirina jiyana demokratîk û azad a gelên Rojhilata Navîn têdikoşin û hewl didin vê xakê bikin qada cejnê."

KON-MED'ê bang li Kurdistaniyan hemûyan kir ku rojeva wan a sereke ya serdanên cejnê û sohbetên cejnê, yekîtiya neteweyî be û diyar kir, "Cejn ew roj in ku yekîtî, parvekirin û piştevanî di asta herî bilind de ye."

Di peyamê cejna Remezanê li dayikên şehîdên şervanên azadiyê yên Kurdistanê, gelê Kurd û civata Îslamê ya bindest hate pîrozkirin.