KON-KURD: Em ji bo kampanyaya îmzeyan seferber bibin

KON-KURD: Em ji bo kampanyaya îmzeyan seferber bibin

Konfederasyona Komeleyên Kurd ên li Ewropayê (KON-KURD) bang li Kurdên li Ewropayê kir ku ji bo “Kampanyaya Navneteweyî ya ji Ocalan re Azadî” seferber bibin.

Konfederasyona Komeleyên Kurd ên li Ewropayê (KON-KURD) ku mezintirîn konfederasyona Kurdan e li Ewropayê derbarê kampanyaya navneteweyî ya “Ji Ocalan re Azadî” ya ku di meha îlonê de bi pêşengiya siyasetmedar, parêzvanên mafê mirovan, akademîsyen û hunermendan hatibû destpêkirin de daxuyaniyek nivîksî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê kampanyaya îmzeyan ji bo sererastkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî fonksiyoneke stratejîk be. Hat diyarkirin ku tecrîda 14 salan a li ser Ocalan û komploya navneteweyî encama konsepteke navneteweyî ye û hat destnîşankirin ku ji bo bidawîbûna komployê û rakirina tecrîdê kampanyaya ji Ocalan re Azadî di asta navneteweyî de xwedî girîngiyeke mezin e.

Di berdewama daxuyaniyê de hate ragihandin ger bi milyona Ewropayê îmzeyê bidin kampanyaya ji Ocalan re Azadî, ev yek dê bandoreke mezin li ser rol û berpirsyartiya hukûmetên Ewropa û saziyên navnetweeyî bike.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ne tenê di raya giştî ya Tirkiyeyê de , di heman demê de di raya giştî ya Ewropayê de jî li hemberî gelê Kurd û Ocalan şereke psîkolojîk tê pêşxistin û hate diyarkirin ku ev kampnaya dê ji bo bi awayeke yekser agahdarkirina raya giştî, çapemenî û saziyên sivîl ên Ewropyaê derbarê rastiya Ocalan û gelê Kurd de firsendek girîng be. KON-KURDê da zanîn ku ji bo kampanya bigihe bi milyonan Ewropayî divê bi sedhezaran Kurd û dostên wan bixebitin. KON-KURDê ragihand ku wana kampanyaya îmzeyan weke xebata sereke ya 10 federasyon û 150 komleyên endam ên ku bi hezaran endamên wan hene.

KON-KURDê bang li şexsiyetên Kurd, Kurdistanî û dostên wan jî kir û got ku ku çawa girtiyan di şert û mercên zor ên girtîgehan de 68 rojan ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger, ‘divê em Kurdên li Ewropayê her yek ji me bi şev û roj bixebitin û bi hezaran îmze berhev bikin. Divê her kes bi ruhê azadiyê bixebite û lingê dîplomasî yê têkoşîna azadiyê xurt bike.