Komxebata Weşangerên Kurd destpê kir

“Komxebata Weşangerên Kurd” a ji aliyê Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd û Tora Komxebatên Kurdî ve hatî lidarxistin, destpê kir.

ÇALAKIYÊN JI BO CEJNA ZIMANÊ KURDÎ

Li Amedê Komxebata Weşangerên Kurd a ji aliyê Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd û Tora Xebatkarên Kurdî ve hatî lidarxistin, destpê kir. Komxebat wê du rojan dewam bike. Komxebat li ciheke li navçeya Sûrê hate kirin û pankarta “Komxebata Weşangerên Kurd” hate daliqandin. Ji gelek weşanxaneyan tevlîbûn ji komxebatê re çêbû. Komxebat wê bi 8 rûniştinan bi dawî bibe.

Di nava rojên esas ên komxebatê de, “Pirsgirêkên Rêxistinbûna Weşangeriya Kurdî û Mekanîzmayên Çareseriyê”, “Xebatên Fînansman û Lobî: Weşangeriya Kurd û Wezareta Çand û Şaredariyan” û “Di Standardîzasyona Kurdî de Rolê Weşangeriya Kurdî” hene.

Komxebat bi tevlîbûna beşdaran didome.