Komploya 15'ê Sibatê li Rûsyayê hate şermezarkirin

Komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, li Stravrapolê hate şermezarkirin.

Kurdên li navçeya Novaleksandrovskî ya bajarê Stavrapol a Federasyona Rûsyayê, di salvegera komploya navneteweyî de çalakiyeke protestoyî li dar xistin.

Çalakî jia liyê Komeleya Çanda Kurd a Novoaleksandrovskî ve hate organîzekirin û gelek Kurd û dostên wan tevlî bûn. Bi navê çalakgerên li ber Navenda Çandê li hev civiyan, daxuyaniyek hat dayin.

Hevserokê Komeleya Çanda Kurd Huseyîn Ahmedov daxuyanî da û komploya navneteweyî şermezar kir.

Ahmedov piştgirî da grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven li Kurdistanê û derveyî welat ji bo azadiya Ocalan pêk tên.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Abdullah Ocalan Rêberê gelekî ye. Ji aliyê gelekî ji 50 milyon kesî ve weke Rêber hatiye qebûlkirin. Nabe ku mirovekî bi vî rengî giraniya xwe di nava civakê de heye ji însafa AKP'ê re bê hiştin."