Komplo li Lûzern, Montpellîer û Marsîlyayê hate şermezarkirin
Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li bajarê Lûzern ê Swîsreyê û li bajarên Montpellîer û Marsîlya yên Fransayê hate şermezarkirin.
Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li bajarê Lûzern ê Swîsreyê û li bajarên Montpellîer û Marsîlya yên Fransayê hate şermezarkirin.
Komploya navneteweyî li bajarê Lûzern ê Swîsreyê hate şermezarkirin. Bi vê armancê li Theaterplatzê konê agahdarkirinê hate vedan û pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" hate vekirin.
Belavokên bi zimanê Elmanî yên li ser tenduristî, jiyan û ewlekariya Ocalan hatin belavkirin. Çalakî danê êvarê qediya.
MONTPELLÎER
Li dijî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li bajarê Montpellîer ê Fransayê çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komuna Jinê ve hate organîzekirin û li meydana Comedîeyê stand hate danîn. Belavokên li ser komploya navneteweyî hatin belavkirin û raya giştî hate agahdarkirin.
Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) Cevat Guneş li qada çalakiyê axivî û got, "Ez komploya navneteweyî şermezar dikim. Komplo bi ser neket; Rojava nîşaneya vê yekê ye. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Heta ku Rêber Apo azad bibe wê têkoşîna me bi rengekî bê navber bidome."
MARSÎLYA
Çalakiya protestoyî ya li bajarê Marsîlyayê ji aliyê Ciwanên Azad ve hate lidarxistin û bi sedan kes tevlî bûn.
Qisekeran li qada mîtîngê diyar kirin ku heta agahiyê ji Ocalan bigirin wê çalakiyên xwe bidomînin.
Di mîtîngê de posterên Ocalan û alên PKK'ê hatin hildan û dirûşma "Azadî ji Ocalan re" hate qîrîn.