Komplo li Brukselê bi xeleka mirovan hate protestokirin

Kurdistaniyên li Ewropa, 9’ê Cotmehê Komploya Navneteweyî, li pêşiya saziyên Yekîtiya Ewropa li paytexta Belçika, Bruksel bi xeleka mirovan protesto kirin.

Kurdistaniyên li Ewropa, 9’ê Cotmehê Komploya Navneteweyî, li pêşiya saziyên Yekîtiya Ewropa li paytexta Belçika, Bruksel bi xeleka mirovan protesto kirin.

Bi sedan Kurdistaniyên ji Belçîka, Elmanya, Hollanda, Fransa û Lûxembûrgê saet 10.00’an li gel Place Schûman ku saziyên Yekîtiya Ewropa lê ne, li paytexta Belçîka, Brûkselê hatin gel hev. Çalakvanan tîşortên li ser nivîsên “Ji Ocalan re Azadî” hebûn li xwe kiribûn, li derdora saziyên YE xeleka mirovan çêkirin.

Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, çalakvanan balonên kesk, sor û zer ên li ser bi zimanê Elmanî, Fransî û Flamanî “Ji Ocalan re Azadî” dinivîsîn, firandin.

Piştre jî dosyaya der barê salvegera Komploya Navneteweyî hatibû amadekirin, pêşkêşî rayedarên Desteya YE hate kirin.

PIŞTÎ ÇALAKIYA XELEKAN MIROVAN MÎTÎNG

Piştî çalakiya xeleka mirovan, mîtîng jî hate lidarxistin. Di mîtîngê de Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal axivî û got: “Bersiva herî mezin a Komployê wê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de be. Îro li Rojava, li Bakurê Kurdistanê, Komplo bi berxwedanê ve vala tê derxistin. Îlankirinên xweseriyan jî bersiva komployê ye.”

Çalakiya ku Însiyatifa ji Ocalan re Azadî li dar xist, di serî de yekîtiyên baweriyan, KCD-E, TEV-ÇAND, gelek nûnerên saziyan tevlî bûn.

Piştî çalakiya Place Schûman, Kurdistaniyên li Bruksel û derdor wê bi otobusan biçin gel konsolosxaneyan Tirk û dengên xwe komî bikar bînin.

...