Komplo di pêşengiya KJA de li Mersîn û Edeneyê hat protestokirin
Salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Mersîn û Edeneyê di pêşengiya KJA de hat protestokirin.
Salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Mersîn û Edeneyê di pêşengiya KJA de hat protestokirin.
Salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Mersîn û Edeneyê di pêşengiya KJA de hat protestokirin.
MERSÎN
Endamên KJA yên li Mersîn û Toroslar hatin gel hev komploya 9’ê Cotmehê bi daxuyaniyeke çapemeniyê protesto kirin. Li ser navê KJA Parlamentera HDP’ê ya Mersînê Gulhan Ozlu ku axivî got, "Kesên komploya navneteweyî pêk anîn hesab nekirin ku gelê Kurd dest ji azadiya xwe bernade.”
Ozlu anî ziman ku Ocalan li Girava Îmrali komplo vala derxist, di nav pêvajoyê de tevgera azadiya Kurd li her qadê berxwedana xwe mezin kiriye.
Li Taxa Fahrettîn Paşa ya Tarsûsê jî di pêşengiya KJA de meşeke bi meşale hat lidarxistin. Namzeta HDP’ê ya Mersînê Çîlem Kuçukkeleş û bi sedan jin ku tevlî meşê bûn, pankart hatin vekirin û dirûşm hatin gotin. Piştî meşê Kuçukkeleş got ku komplo bi berxwedana gel vala hat derxistin.
EDENE
Endamên KJA yên li navçeya Seyhan a Edeneyê hatin gel gev bi daxuyaniyeke çapemeniyê komplo şermezar kirin. Parlamentera HDP’ê ya Edene Meral Daniş Beştaş jî ku tevlî daxuyaniyê bû, pankarta, “Me bi berxwedana xwe komplo vala derxist. Em ê bi berxwedana xwe Rêbertiya xwe azad bikin” hat vekirin. Endama KJA Viyan Çîçek a daxuyanî da got ku berxwedan û têkoşîna gelê Kurd komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê vala derxist.