Komkujiyên Mereş, Roboskî û Ûlûcanlarê hatin şermezarkirin

Komkujiyê Mereş, Roboskî û 19'ê Kanûnê ya li Ûlûcanlarê, li paytexta Swêd Stockholmê hatin şermezarkirin. Mirovên ji ber êrîşa çeteyên faşîst û dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên li Swêdê, ji ber salvegera komkujiyên Mereş, Roboskî û 19'ê Kanûnê, li komeleya xwe ya li taxa Sollentûnayê civîneke bîranînê li dar xist.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyan, Seroka Federasyona Elewiyan a Swêdê Nevîn Kamîlogûllari axivî. Kamîlogûllari bi bîr xist, ku beriya niha bi 40 slaî ji bo kuştina Elewiyan provokasyonên mezin hatin kirin û bi agahdarî û teşwîqa dewletê zêdeyî 100 mirov ji aliyê çeteyên faşîst ve hatin kuştin.

Kamîlogûllari ragihand, ku meha Kanûnê sê komkujiyên mezin û hovane hatine kirin û got, dewleta Tirk êrîş bir ser girtiyên ku li dijî sîstema tecrîdê li ber xwe didan û li Girtîgeha Ûlûcanlarê 34 girtî şewitand û kuşt.

Kamîlogûllari bi bîr xist, 28'ê Kanûnê dewleta Tirk bi balafirên şer bombe li gundiyên Roboskî yên li ser sînor barandin û got, "Em ê van komkujiyan ti carî ji bîr nekin. Dewletê roja 7'ê Çileya 2014'an biryar da ku pêwîstî bi lêpirsîna kuştina 32 kesan a li Roboskî nîne û dosya girt. Îdîa kir ku şaşitiyeke biçûk bûye û xwest di berdêla xwîna rijandiye de pereyan bide xizmên qurbaniyan. Malbatan ev yek qebûl nekirin... Ji bo komkujiyên bi vî rengî careke din nebe, divê dewlet hesabê komkujiyan bide. Heta ku ev nebe, wê komkujiyên nû timî bibe."

Piştî axaftinê, sînevîzyonên li ser komkujiyên Mereş, Ûlûcanlar û Roboskî hatin amadekirin, hatin nîşandan. Asli Yalçinoglû jî bi Kurdî û Tirkî stranên xwe bi wesîleya rojê got.