Komkujiyên 19'ê Kanûnê, Mereş û Roboskî hatin şermezarkirin

Komkujiyên 19'ê Kanûnê, Mereş û Roboskî, li ber avahiya Konsolosxaneya Tirk a li bajarê Zurîch ê Swîsreyê bi pêşengiya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) hate şermrezarkirin.

Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Me komkujiyên Mereş, Roboskî, 19'ê Kanûnê ji bîr nekir, em ê nehêlin were jibîrkirin! Bila zindan bên valakirin, azadî ji girtiyên siyasî re" hildan. Di çalakiyê de dirûşmên "Bimire faşîzm, bijî têkoşîna me", "Kurdistan wê bibe goristan ji faşîzmê re", "Bila zindan bên hilweşandin, azadî ji girtiyan re" hatin qîrîn.

Qisekeran gotin, "Niha dor dora me ye. Dora me ye ku em alê bilind bikin."

Bi navê TŞYG'ê daxuyaniyek hate dayin û bal hate kişandin ser komkujiyên 19'ê Kanûnê, Mereşê û Roboskî.