Komkujiya 5'ê Hezîranê: Polîsan bombe parastine!

Dîmenên nû yên komkujiya 5'ê Hezîrana 2015'an a li Amedê derketin holê. Di dîmen de tê dîtin, ku kûçikê li bombeyê digere berê xwe dide qutiya çopê ya bombe tê de bû, lê polîs kûçik ji wî alî ve vedikişîne.

Li gorî nûçeya rojnameya Evrenselê, di dîmenê ku di dosya lêpirsînê ya Serdozgeriya Amedê de cih digire, tê dîtin bê bersûc Orhan Gonder du bombeyan çawa bi cih dike, tevî ku polîsan qutiya çopê ya bombe tê de bû sax kirine jî bombe nedîtine û kûçikê ku berê xwe dide qutiya çopê ya bombe tê debû, vedigerîne.

Nûçeya rojnameya Evrenselê ya li ser mijarê wiha ye:

GONDER, BI DU KÎSIKAN TÊ QADA MÎTÎNGÊ

Di encama lêpirsîna ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ve hate meşandin, mufetîşan raporek amade kirin. Di raporê de bal tê kişandin ser xemsariyê. Tevî raporê jî, tenê cezayê 'rawestandina bilindkirina payeyê ji 4 mehan heta 2 salan û kêmkirina yek ji 4 parên maeş' li polîsan hatiye birîn.

Di dîmen de tê dîtin, ku Gonder beriya lêgerîna polîsan, bi du kîsikên di dest de tê qada mîtîngê. Gonder di vê kêliyê de keşfê dike. Piştre saet di 11:41'ê de teqemeniya ji kîsik derdixîne, dixe nava qutiya çopê. Dûre berê xwe dide cihê ocaxa çayê ku teqîna duyemîn lê çêbû. Kîsikê din ê di destê xwe de jî datîne binê dezgeha li vir.

EV KESÊ TÎŞORTÊ ŞÎN LÊ YE, KÎ YE?

Di dîmenekî din de ku beriya niha di çapemeniyê de hat weşandin, Gonder bi kesekî li ber dezgehê re sohbetê dike. Gonder di îfadeya xwe de dibêje, ku ew vî şexsê tîşortê şîn lê ye nas nake, di rê de dîtiye û pê re sohbet kiriye. Lê eşkere dibe ku ev kesê Gonder pê re sohbetê dike, berê bi hev re hatiye qada mîtîngê. Polîs, Gonder û şexê pê re ji herêmê derdixîne, lê nasnameya wan kontrol nake.

KÛÇIKÊ LI BOMBEYAN DIGERIYA, HAT VEKIŞANDIN

Di dîmen de tê dîtin, polîsê pisporê bombeyan qutiya çopê ku bombe tê de ye kontrol dike. Piştre jî kûçikê xwe 'uzum' ê li bombeyan digere jî bi xwe re dibe û wê derê dîsa sax dike. Kûçik berê xwe dide qutiya çopê, lê polîs wî vedikişîne. Pisporê bombeyan A.K. ê piştî kûçik lêkolînê dike, qutiya çopê kontrol dike. A.K. serê xwe dixe nava qutiya çopê û ji jorê ve kontrol dike. Bi lingê xwe jî binê qutiyê sax dike. Lê bombeya li wir tespît nake!

HEWŞA DIBISTANÊ NEHAT KONTROLKIRIN

Di dîmen de tê dîtin, ku qutiya çopê li gorî ûsil û standartan nayê kontrolkirin. Hewşa Lîseya Îmam Hatîp a Farabî Anadolû ku tê gotin, bombeya duyemîn beriya kontrola herêmê lê hatiye danîn, nehatiye kontrolkirin. Polîsên li mîtîngê wezîfedar, di îfadeya xwe de gotin ku ew li hewşa dibistanê nehatine wezîfedarkirin, tenê li dora dibistanê û li ber deriyan hatine wezîfedarkirin. Lê belê alîkarê komîser M.A.C. ê ji tedbîrên li qada mîtîngê berpirsyar, gotibû ku li hewşa dibistanê jî lêgerîn hatiye kirin. Derewa 'li hewşa dibistanê lêgerîn hatiye kirin' bi dîmenan pûç bû.

Di êrîşa bombeyî ya dijî mîtînga HDP'ê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da bûn, bi sedan kes jî birîndar bûbûn.