Komkujiya 10'ê Cotmehê hate bibîranîn
Polîsên Tirk êrîş birin ser bîranîna ji bo Komkujiya Garê. Li gel êrîşên polîsan jî kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.
Polîsên Tirk êrîş birin ser bîranîna ji bo Komkujiya Garê. Li gel êrîşên polîsan jî kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.
Îro salvgera 5'an a Komkujiya Garê ya Enqerê ye. Rêxistinên girseyî yên demokratîk bi mebesta kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr bînin hatin cem hev. Polîsên Tirk êrîş bire ser gel û 11 kes bi lêxistinê destgîr kirin.
Piştî ku polîsan nehişt ku girse biçe Meydana Garê girseyê li xilaseke metroya Ulusê zincîra mirovan çêkirin, rê li trafîkê girtin û bi dirûşmeyan gotin, ''Kujer DAÎŞ, hevkar AKP'', ''dewleta kujer''
Girseya ku nekarî biçe Meydana Garê li xilaseke metroya Ulusê navê kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn hildan.