Komîteya Azadî ji Ocalan ji bo wefata Fayîd peyama sersaxiyê weşand

Komîteya Azadî ji bo Ocalan ji bo wefata Dr. Recaî Fayîd peyama sersaxiyê weşand.

Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê û endamê Komîteya Erebî ya Azadî ji bo Ocalan nivîskar Dr. Recaî Fayîd jiyana xwe ji dest da. Komîteya Azaî ji bo Ocalan ji bo wefata Recaî Fayîd peyama sersaxiyê weşand.

Di peyamê de hate diyar kirin ku wefata piştevanê têkoşîna Kurd Recaî Fayîd bi xemgîniyekî mezin bihîstine.

Komîteyê destnîşankir ku Recaî Fayîd di dilê têkoşerên azadixwazan de wê bijî.