Komîsyona hilbijartinê ya Torîno plana bikaranîna dengan amade kir
Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Torîno, ku li bajarê Îtalya Torîno ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê dixebite, civîna xwe ya duyemîn lidar xist.
Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Torîno, ku li bajarê Îtalya Torîno ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê dixebite, civîna xwe ya duyemîn lidar xist.
Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Torîno, ku li bajarê Îtalya Torîno ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê dixebite, civîna xwe ya duyemîn lidar xist. Di civînê de ji bo Kurdistaniyên li Torîno û derdora wê dijîn karibin dengê xwe bikar bînin plansaziyek hat amadekirin û banga hestyariyê hat kirin.
Komîsyona Hilbijartinê wê ji 5 baskan ve bixebite û di 29, 30 û 31'ê Gulanê dema bikaranîna dengan de mirovan bi otobusan bibe Konsolosiya Tirkiyeyê ya Mîlano. Endamên komîsyonê yên di nava xebateke berfireh de ne, ji bo xebatên hilbijartinê bimeşînin hin biryar stendin û hewl dide bicih bîne.