Komîserê NY’yê vê carê pir tûj axivî: Wê demê deriyan vekin

Komîserê NY’yê Zeîd, li dijî nûnerê Tirkiyeyê ku dibêje ‘Li welatê me îxlalkirina mafan nîne’ pir tûj axivî û got: “Wê demê deriyên xwe ji NY’yê re vekin, berovajî vê îxlalên mafan ên di raporan de ne, hew red bikin.”

34. Rûniştina Mafê Mirovan a Komîserê Mafê Mirovan ê NY’yê, li ofîsa NY’yê ku li bajarê Cinêv ê Swîsreyê dewam dike. Rûniştin li ser rapora îxlalên mafê mirovan a salê ya Komîseriya Mafê Mirovan a NY’yê ya ku ji aliyê Komîserê Bilind ê MAfê Mirovan ê NY’yê Zeîd Ra’ad Al- Husseîn ve hate eşkerekirin,bi beşdariya Komîserê NY’yê Husseîm gotûbêjên hatin kirin dewam dike.

Di tevahiya rojê de nûnerên dewletê têkildarî rapora Komîserê Bilind ê NY’yê mafê axaftinê girtin û nirxandin kirin. Hinek ji nûnerên dewletan li dijî rexneyên di raporê de li ser wan hatin kirin bersiv dan û henek nûnerên dewletan jî Tirkiye jî di nav de welatên ku îxlalên mafan dikin, bi zimanekî tûj rexne kirin.

LÛKSEMBÛRG: DIVÊ LI GEL ÛCM’Ê HEVPAR KAR BÊ KIRIN

Di rûniştinê de Nûnerê NY’yê Lûksembûrgê, bal kişand ser wê yekê ku di rapora salê de ku diyarkirina îxlalên mafên mirovan ên cidî li welatan tên kirin girîng e, diyar kir ku li dijî îxlalên mafên cidî yên mirovan di vê li gel Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ÛCM) hevkarî bê kirin. Nûner hemû dewlet daxwaz kir ku li gel ÛCM’ê hevpar xebat bidin kirin.

RANSA: DIVÊ TI SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ HATIYE KIRIN BÊ CEZA NEYÊ HIŞTIN

Dîsa di rûniştinê de nûerê li ser navê Fransa mafê axaftinê girt, Tirkiye jî di nav de gelek welatên ku îxlalên mafê mirovan tên kirin bi zimanekî tûj rexne kir. Nûner diyar kir ku divê ti sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin, dibê teslîmî edaletê bê kirin. Her wiha nûner diyar kir ku êrîşên li ser sivîlan, çapmenî û parêzvanên mafê mirovan tên kirin nayên qebûlkirin, divê li dijî van dewletên ku sûc dikin bi lezgîn bikevin nava tevgerê.

Nûnerê li ser navê Swêdê mafê axaftinê girt, îxlalên mafê mirovan ên di dewamkirina pêvajoya şerê Sûriyeyê de hate kirin, bibîr xist, li dijî vê banga lezgîn a ketina nava tevgerê kir.

Li gel van dewletan jî gelek nûnerên dewletên din jî ji ber îxlalên mafên cidî yên li Tirkiyeyê tên kirin bi zimanekî pir tûj rexne kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku divê li dijî van dewletan bikevin nava tevgerê.

TIRKIYE DUBARE KIR: MIN NEKIR PKK’Ê KIR

Nûnerê Daîmî yê NY’yê Tirkiyeyê Alî Nacî Korû ku li ser rexneyên ku di tevahiya rûniştinê de li Tirkiyeyê hate kirin mafê axaftinê girt û bersiva rexneyan da, îxlalên mafê mirovan ên di rapora salê ya ji aliyê Komîserê Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê Zeîd Ra’ad Al- Hûsseîn ve hate pêşkêşkirin red kir. Nacî diyar kir ku Tirkiye li dijî rêxistinên ‘terorê’ di nava têkoşînê de ye, bê ku delîlek bê nîşandan, îxlalên maf ên ku di hinek belgeyê de îdîa kir ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye kirin.

KOMÎSERÊ NY’YÊ PIR TÛJ AXIVÎ: WÊ DEMÊ DERÎ VEKIN

Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê NY’yê Zeîd Ra’ad Al-Husseîn ku li dijî parastina Tirkiyeyê bersiv da û vê carê pir tûj axivî. Zeîd îfade kir ku ti gomanê wî nîne ku li Tirkiyeyê ti îxlalên mafê mirovan nebe, li nûnerê Tirk vegeriya û wiha got:

“Eger ku gomanên we li ser rastiya raporê hebin, wê demê deriyê xwe ji NY’yê re vekin. Divê di her mercê de deriyê xwe ji NY’yê re vekin. Eger ku îxlalên mafên mirovan ên di raporê de derbas bûne qebûl nakin jî, ew cihên ku ev demekî pir dirêje ku em dixwazin bikevinê (Bajarê Bakûrê Kurdistanê) lê we destûr nedida, divê em bikevinê. Berovajî vê îxlalên mafan ên di raporan de hene hew red bikin.”

Komîseriya NY’yê li gel rapora salê wê rapora tîma wî ya taybet ku di derbarê Tirkiyeyê de amadekirine di demekî nêz de jî eşkere bike.