Komîserê Astbilind ê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê Mafê Mirovan Zeîd Ra’ad Al Husseîn di rûniştina 34. de têkildarî rapora salana ya mafê mirovan a NY’ê de axivî.
Zeîd bal kişande ser binpêkirina mafê mirovan a li Tirkiyê, rexneyên giran li Tirkiyê anî û got, ‘’Tirkiye destûr nade ku Mafê Mirovan a NY’yê biçe buroya min a li Tirkiyê’’ û got, li Tirkiyê bombe û êrîşên bi ser sivîlan de hê jî mirovan dikujin.
‘LI TIRKIYÊ BINPÊKIRINÊN MAFÊ MIROVAN HÊ JÎ LEZGÎNIYA XWE DIDOMÎNE’
Zeîd pêşîlêgirtinên ku hikûmet bi Rewşa Awarte pêk tîne rexne kir û got: ‘’Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Temûzê bi deh hezaran mirov ji kar hatin avêtin, girtin. Gelek hilbijartiyên ku bi rêyên demokratîk hatin hilbijartin, dadger, nûçegihan, dozger hatin girtin. Li gel van gelek binpêkirinên mafê mirovan hê jî nîşaneya rewşa lezgîn a li Tirkiyê ye.’’
‘DIVÊ REFERANDÛM DI REWŞEKE DEMOKRATÎK DE WERE KIRIN’
Zeîd referandûm bi bîr xist û got divê referandûm bi rengekî ku hurmet ji bo demokrasiyê û hiqûqê were nîşandan were kirin û got, ‘ji ber pêvajoya ku tê jiyîn, divê mirov di nav tirsê de tevlî dengdana referandûmê nebin.’’
‘DEWLETA TIRK NAHÊLE KU EM BIÇINE BAŞÛRÊ ROJHILAT’
Zeîd bal kişande ser asta binpêkirina mafê mirovan a li Bakurê Kurdistanê û got, ‘’Li Başûrê Rojhilat binpêkirina mafan bi rengekî ku me aciz bike berdewam dike. Dewleta Tirk hê jî destûrê nade ku em biçine vê herêmê.’’
Zeîd diyar kir ji ber ku dewleta Tirk destûrê nade ku şandeya NY’yê li Tirkiyê lêkolînê bike, ji bo rewşa binpêkirina mafan a li bajarên Kurdistanê vekole, li Cinêvê yekîneyeke taybet xebatên xwe didomîne û got, ‘’ ev yekîneya ku girêdayî ofîsa min e, nîşan da ku ji ber sedema polîtîkayên hikûmetê li Rojhilatê Başûr bi rengekî pêbawer rê li ber mirina bi sedan mirovî hatiye vekirin’’ Zeîd rexneyên tund li polîtîkayên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê anî.
RAPORA BAKURÊ KURDISTANÊ BI RENGEKÎ TAYBET WÊ WERE RAGIHANDIN
Zeîd herî dawî got: ‘’Ev yekîneya taybet ku girêdayî ofîsa min e, di rojên pêş me de ji bo ku balê bikişîne binpêkirina mafê mirovan a giran a li Başûrê Rojhilat, wê rapora ku amade kiriye bi kitekitî ragihîne.’’