Komîserê NY: Êrîşên dewleta Tirk gefê li sivîlan dixwin
Komîserê Bilind ê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) got, "Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê gefê li sivîlan dixwe."
Komîserê Bilind ê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) got, "Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê gefê li sivîlan dixwe."
Rûniştinên Mafên Mirovan ên 37'emîn ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ku 26'ê Sibatê dest pê kirin, li buroya Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî dewam dikin. Komîserê Bilind ê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeid Ra'ad Hussein, rapora salane ku vê Çarşemê hate nûkirin, eşkere kir.
PÊWÎSTÎ BI MIROVÊN MÎNA NELSON MANDELA HEYE'
Ra'ad El Hussein di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan li gelek herêmên cîhanê û got, pêwîstiya cîhanê bi lîderên mîna Nelson Mandela heye.
'ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK GEFÊ LI SIVÎLAN DIXWE'
Ra'ad el Hussein işaret bi rewşa Sûriyeyê kir ku di beşeke raporê de cih digire û şerê li Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû ya tirsnak bûye.
Ra'ad el Hussein destnîşan kir, ji ber şerê li Xota Rojhilat, Îdlib û Efrînê zerar li sivîlan dibe û got, "Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê gefê li gelek sivîlan dixwin."
REJÎMA ŞAMÊ PLANA 'QIYAMETÊ' DIKE
Ra'ad el Hussein bi bîr xist ku ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ve zêdeyî 400 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dane û got, "Hê jî sivîl jiyana xwe ji dest didin, ya jî birîndar dibin. Hê jî dor li sed hezaran mirovî hatiye girtin. Zêdeyî 11 milyon mirov neçar man cih û warê xwe biterikînin. Êşkence li deh hezaran mirovî hate kirin, hatin binçavkirin û agahî ji piraniya van nayê girtin. Di serî de nexweşxane û dibistan gelek qadên cemaweriyê veguherîne cihê şer."
Komîserê Bilind ê Konseya Mafên Mirovan a NY Ra'ad el Hussein got, "Sekreterê Giştî yê NY, Xota Rojhilat vê mehê weke dojeha li ser rûyê erdê bi nav kir. Meha bê û meha din, wê li ser mirovên li cihên din e qiyamet rabe. Ev yek ji aliyê vê hikumetê ve hatiye plankirin û bi cih tê anîn."
Ra'ad el Hussein nav eşkere nekir lê belê got ku hin hêzên biyanî destekê didin vê planê.
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye, li Xota Rojhilat ji 18'ê Sibatê ve zêdeyî 800 sivîl mirine. 178 ji van zarok in.
Rayedarê NY Hussein xwest Sûriye li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin, lê belê xuya ye ev daxwaz ne daxwazeke ku bi cih were anîn e. Ji ber ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di mijara Sûriyeyê de parçe bûye. Bi taybetî Rûsya, rejîma Sûriyeyê diparêze. Heman Rûsya weke berpirsyarê sereke tê dîtin ku Tirkiyeyê gelek herêmên Sûriyeyê dagir kiriye.
Zeid el Hussein got, "Şer gihaştiye qonaxeke nû ya tirsnak" û işaret bi şerê li Xota Rojhilat û Îdlibê kir.