Komên girêdayî Artêşa Azad ciwanên kurd digirin

Komên girêdayî Artêşa Azad ciwanên kurd digirin

Li bajarê Helebê komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad, ciwanên Kurd ên ji ber pevçûnan direvin, bi îdîaya ku leşkerên rejîmê ne digirin.

Çavkaniyên herêmê ragihandin ku, komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad li Taxa Esekeni El Şebabî ku li ser riya penaberane, noqteyên kontrolê danîne û ciwanên Kurd ên ji ber şer direvin digirin. Hate gotin ku, komên çekdar ciwanan bi îdîya ku “leşkerên Sûriyeyê ne” digirin.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku, pêkanîna komên çekdar îro destpê kiriye û ciwanên ku temenê wan di navbera 18 û 20’an de ye têne girtin.

Piştî ku komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad di 29’ê Adarê de xwestin bikevin Taxa Şêxmeqsûd û êrîşî alîgirên rejîmê kirin, şer û pevçûnan rû da. Ji ber şerê herdu aliyan ên ku zirarê dibînîn jî dîsa welatiyên kurd in. Ji ber topbaranên rejîmê yên heta niha bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn.