Komeleyên Kurd ên li Gavle û Orebro kongreyên xwe pêk anîn
Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Gavle û Orebroyê kongreyên xwe pêk anîn.
Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Gavle û Orebroyê kongreyên xwe pêk anîn.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê Hamît Bîten li kongreya Meclîsa Gel a Gavleborgê axivî û işaret bi girîngiya piştgiriya ji bo gelê Efrînê kir. Bîten got, "Çawa ku Kobanê ji bo DAÎŞ'ê bû destpêka tinebûnê, Efrîn jî ji bo Erdogan wê bibe heman destpêk. Heta ku ev yek pêk were em ê li Ewropayê li ser piyan bin û destekê bidin Berxwedana Serdemê."
Li dû xwendin û nirxandina raporên amlî û xebatê, rêveberiya nû ya meclîsê ya ji 45 kesan hate hilbijartin. Mûazzez Batte û Mîrza Behrem bûn hevserokên meclîsê.
OREBRO
Kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Orebro jî bi dirûşma "Li dijî dagirkirina Efrînê em we hê bêhtir bi rêxistin bikin" hate lidarxistin û tevî Kurdistaniyên ji çar parçeyan, siyasetmedarên xwecihî û şaredar jî tevlî bûn.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî li vir axivî û anî ziman ku li Efrînê hêzên YPG/YPJ'ê derbên giran li artêşa Tirk û çeteyên wê yên DAÎŞ'ê dixin, lewma leşker û çeteyên Tirk êrîşî sivîlan dikin, jin û zarokan dikujin.
Kartal bêdengiya cîhanê ya li hemberî hovîtyia dewleta Tirk rexne kir û bang li gelê Kurd, dostên wan, mirovên pêşverû û raya giştî ya demokratîk kir ku xwedî li Efrînê derkevin û çalakiyan li dar bixin.
Şaredarê Orebro Kenneth Nîlsson û namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Navendê Helena Wîlhelmsson jî dan xuyakirin ku ew piştgiriyê didin gelê Kurd û wê vê piştgiriya xwe bidomînin.
Di kongreyê de piştî xwendin û nirxandina raporan Songul Aram û Mûzaffer Welat ji bo Hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Orebro hatin hilbijartin.