Komek girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê derbasî Kobanê bû
Komek girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê derbasî Kobanê bû
Komek girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê derbasî Kobanê bû
Komek ji leşkerên ser bi Artêşa Azad a Sûriyeyê bi 8 wesayîtên pîkapê ji deriyê sînor ê Murşîtpinarê derbasî Kobanê bûn. Tê payîn ku îro jî pêşmerge derbas bibin.
Li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê liv û tevger heye. Komeke leşkerên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê ku ji duh êvar ve li deriyê sînor dima, danê vê sibehê derbasî Kobanê bû. Tê payîn ku li ser derbasbûna koma Artêşa Azad a Sûriyeyê ya bi 8 wesayîtên pîkabê, YPG di saetên pêş de wê daxuyaniyekê bide. Li aliyê din hêza pêşmergeyan ya ji 85 kesî pêk tê ku bi rêya hewayî hatibûn li deriyê sînor tên sekinandin û tê payîn ku 65 pêşmerge jî bi çekên xwe bi rêya bejayî bên Pirsûsê. Çavlirê ye ku pêşmerge îro bi çekên xwe derbas bibin.