KOMAW'ê ji bo meşa sibe ya li Parîsê bang kir
KOMAW'ê bal kişand ser meşa li Parîsê û got, "Em bang li her kesî dikin ku hesab ji faşîzma Erdogan bipirsin û bêjin 'bêdengiya we ji ber hevkariya we ya gunehan e'."
KOMAW'ê bal kişand ser meşa li Parîsê û got, "Em bang li her kesî dikin ku hesab ji faşîzma Erdogan bipirsin û bêjin 'bêdengiya we ji ber hevkariya we ya gunehan e'."
Saziya Malbatê Şehîd û Windayan a li Ewropayê (KOMAW), bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez roja 9'ê Çileya 2014'an li paytexta Fransa Parîsê bi komployeke xwînxwar hatin kuştin.
KOMAW'ê ragihand, di şexsê her sê şoreşgerên kurd de hewl hatiye dayin ku xeta azadiya jinê û têkoşîna azadiya jinê ya Kurd bên tasfiyekirin.
KOMAW'ê diyar kir ku ruh, xeta berxwedanê û kesayetiya şoreşger a şoreşgera mezin Sakîne Cansiz (Sara) îro bûye karakterekî gerdûnî û veguheriye sembolekê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komkujiya li Parîsê berevajî armancên xwe, bûye sedem ku xeta têkoşîna azadiyê ya Kurd hîn bêhtir xurt bibe.
Di dewama daxuyaniyê de işaret bi bêdengiya hikumet û dewleta Fransayê jî hate kirin û hat gotin, tevî ku kiryarên cînayeta namerd diyar in jî, hatiye nixumandin.
KOMAW'ê da zanîn ku kiryarên komkujiya xwînxwar eşkere ne û ew jî; dewleta Tirk a mêtinger qirker û çeteya Erdogan a faşîst e.
Di dawiya daxuyaniyê de bal hate kişandin ser meşa 6'ê Çileyê ya li Parîsê û bang li malbatên şehîdan, gelê Kurd û hemû dostan ahte kirin ku ji bo hesab ji dewleta Tirk a qirker û faşîzma Erdogan bê pirsîn tevlî meşê bibin û bêjin, 'bêdengiya we ji ber hevkariya we ya sûc e."