KOMAW: AKP ji Kurdê sax jî û ji yê mirî jî ditirse!

KOMAW li djî êrîşên AKP-MHP’ê yên li ser goristana şehîdan daxuyanî da û got, ‘’Li dijî êrîşên derî mirov divê mirov rabe ser piyan, divê em li şehîdan û mekanên wan ên pîroz xwedî derbikevin.’’

Saziya Malbatên Şehîdan û Windayan a Ewropa(KOMAW) li ser êrîşên hovene yên faşîzma AKP-MHP’ê yên li dijî goristanan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin mêtingeriya Tirk a qirker ku nikare vîna Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd bişikîne, li dijî destkeftiyan her ku diçe zêdetir êrîşkar dibe.

‘’JI KURDÊ SAX JÎ Û MIRÎ JÎ DITIRSIN’

KOMAW’ê diyar kir ku dewleta Tirk a qirker û mêtinger heta niha gelek goristanên şehîdan bombe kirine, bi mekîneyên kar xira kirine û bal kişande ser Goristana Garzanê ku heftiya bihurî dewleta Tirk xira kiribû û wiha got:’’Herî dawî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li Garzanê li dijî nirxên manewî yên Kurdan şehîdan û mekanên pîroz êrîşeke hovane ya ne kêmî ya DAÎŞ’ê pêk aniye. Goristana şehîdan xira kiriye û 267 cenaze ji gorên wan derxistine, bi rengekî vekirî revandin. Her wiha li Amedê gelek gorên şehîdan xira kirine.

KOMAW’ê diyar kir ku hişmendiya faşîst tehemmûla wê ji Kurdê mirî re jî nîn e, di binê vê bêtemmûliyê de jî dijminatiya li Kurdan û polîtîkayên bêkokkirinê hene. KOMAW’ê diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrîşên hov dixwaze bîra Kurdan têk bibe,Kurdan înkar û îmha bike.

KOMAW’ê her wiha got derxistina hestiyên şehîdan ên ji gorên wan ‘tê maneya berbiçav a hişmendiya ‘ez ê saxê Kurd jî miriyê Kurd jî qir bikim’ û bi qasî ku ji Kurdê sax ditirsin, her wiha nîşaneya wê ye ku ji miriyê Kurd jî ditirsin. Ev polîtîkayên hovane dijminê herî mezin ê mirovahiyê ye jî.’’

KOMAW’ê bal kişan de ser dîktatoriya Erdogan û got hêrsa wan a li dijî dîktatoriya Erdogan ku ti nirxê sincî û mirovî nas nake her wiha li dijî revdeya faşîst mezin dibe û ti caran ev êrîşên hovane nayên qebûlkirin.

‘BÊDENGÎ JI MIROVANIYA XWE BI PAŞ VE GAV AVÊTIN E’

KOMAW’ê diyar kir ku bêdengiya li dijî van kirinên faşîst ên dijî mirov ku li dinyayê mînaka vê nîn e bi paş de gav avêtina ji mirovahiya xwe ye û ji bo ku ji mirovahiya xwe bi paş de gav neyê avêtin divê dengê li dijî pergala faşîst a qirqer were xurtkirin û kelehên faşîzmê werin hilweşandin.

KOMAW’ê herî dawî bang kir û got, ‘’Di serî malbatên şehîdan û windayan, em bang li hemû gelê xwe, derdorên şoreşger û demokratîk dikin ku ji faşîzma AKP-MHP’ê hesab bipirsin.’’