Komalên Ciwan ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyan kir
Komalên Ciwan: Wek Ciwanên Kurdistanê, fikara me ya bi kaos û krîza li Tirkiyeyê derketiye lûtkeyê. Em ji jiyana Rêber Apo ku Rêberê têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê ye, bi fikar in.
Komalên Ciwan: Wek Ciwanên Kurdistanê, fikara me ya bi kaos û krîza li Tirkiyeyê derketiye lûtkeyê. Em ji jiyana Rêber Apo ku Rêberê têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê ye, bi fikar in.
Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyek nivîskî weşand û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di nav vê atmosfera kaos û krîzî de ji rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in.
Di daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan de hat destnîşankirin ku di vê pêvajoyê de ku ji milê têkoşîna azadiya Kurdistanê de pêşketinên dîrokî pêk tên, ev hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê careke din rûyê rast ê dewleta TC ya faşîst daniye holê û wiha dewam kir: “Hikûmeta AKP’ê ku zext, tehekûm, şer û gefê ji bo birêvebirina civakî wek stratejiyê bi kar tîne, êdî ketiye rêyek derketina wê nîne. Ev rêxistina çete ku di vê rêya ketiyê de hewl dide bi darbeyan xwe rizgar bike, mehkûm e ku belav û parçe bibe. Hevkariya AKP-DAÎŞ’ê, bi hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê jî careke din hatiye îsbatkirin.”
Di berdewama daxuyaniya Komalên Ciwan de hate diyarkirin ku darbeya 15’ê Tîrmehê ji bo hevrûbûnek dîrokî û eşkerekirina heqîqetan jî firsend û bingehekî cîdî afirandiye û wiha pê de çû: “Pêwîst e dewleta TC bi rastiya xwe re hevrû bibe û hesabê ew zilm û qirkirin ku di domahiya dîroka Komarê de bi serê gelên Kurdistanê aniye bide. Li ser vî esasî ev qewimîn wek teqînekê ne. Pir eşkere ye ku xeta siyasî ya AKP’ê ku Hîtler ji bo xwe kiriye mînak, bi DAÎŞ’ê re kar dike, hewl dide bi Sîsî yê darbekerê Misirê re dostaniyê bike, bi Tirkiyeyê dide windakirin.” Komalên Ciwan di daxuyaniyê de got, “Li holê ye, hewl dide ji Rêber Apo yê zêdetirî 40 salan e têkoşîna azadî û rûmetê dimeşîne û Rêberê Gelên Kurdistanê ye û her wiha niha li Îmraliyê di bin sîstema çarmîxê de ye, tolê werbigre.”
Koordînasyona Komalên Ciwan di dawiya daxuyaniyê de fikara xwe ya bi kaos û krîza li Tirkiyeyê ragihand û wiha bi dawî kir: “Em ji jiyana Rêber Apo ku Rêberê têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê ye, bi fikar in. Ji ber vê yekê, pir lezgîn e ku pêwîst e der heqê rewşa Rêber Apo de agahî ji gelên Kurdistanê bê ragihandin. Azadiya Rêber Apo êdî nêz bûye. Êdî nayê qebûlkirin ku rejîma AKP’ê ya faşîst û darbeyê Rêber Apo dîl bigire û li Tirkiyeyê di nav vê kaosê de destûra hevdîtina bi Rêber Apo re nede. Pêwîst e ciwanên Kurdistanê li beramberî van bûyeran pasîf nemîne û biherikin kolanan. Divê heta Îmraliyê bibin lehî û ta ku agahî ji Rêber Apo neyê standin jî qadan neterikînin. Ne tenê ciwanên li Bakurê Kurdistanê, tevahî ciwanên ku li her milên Kurdistanê, Ewropayê û Rûsyayê, kolanan dagirin û bi slogana ‘Ji Rêber Apo Re Azadî’ çalakiyan li dar bixin. Li ser vî esasî em bang li tevahî ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanî, welatparêz, demokrat, çep-sosyalîst û mûxalîf dikin ku bi ruhê serhildanê bikevin nav liv û tevgerê. “