Komalên Ciwan banga serhildanê kir
Komalên Ciwan banga serhildanê kir
Komalên Ciwan banga serhildanê kir
Komalên Ciwan bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û ji bo pêşîlêgirtina êrîşan banga serhildanê li hemû ciwanên Kurd kir.
Koordînasyona Komalên Ciwan, bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser berxwedana Kobanê û diyar kir ku li Kobanê hemleyek bi navê “Şehîd Mawa” hatiye destpêkirin û got: “Dirûşima hemleya me ‘Em bi Kobanê dest pê kir, em ê bi Kobanê ser bikevin’ hatiye destpêkirin.’ Şoreşa bi berxwedana Kobanê dest pê kir, dê bi paqijkirina Kobanê ji çete û dagirkeran, bigihêje serkeftinê” û banga serhildanê li ciwanên Kurd kir.”
Komalên Ciwan di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ketiye roja 23’yan û got: “Jin, ciwan û mêrên qehreman ên Kurdistanê li hemberî van êrîşên çeteyên barbar ên DAIŞ’ê li ber xwe didin.” Komelên Ciwan di daxuyaniya xwe kesên di encama berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Em dixwazin bê zanîn ku hevala me ya ciwan Arîn bûye sembol û ruhê têkoşînan jinên ciwan.”
Komalên Ciwan diyar kir ku ji bo ciwanên Kurdistanê pêvajoya Kobanê kêr gihandiye hestî û got: “Helwesta AKP’ê ya li hemberî Kobanê helwesta li hemberî pêvajoya çareseriyê ye. Yanî, ji bo Kurdan komkujî, îmha û tunekirina tevgera me rewa tê dîtin.”
Komalên Ciwan da zanîn ku di vê pêvajoyê de tişta herî girîng û pêwîst a ku divê bê kirin ew e ku her der bibe serhildan û bi sedhezaran ciwanên Kurd berê xwe bidin Kobanê û got: “Divê ji aliyê her kesî ve baş were zanîn ku ciwanên Kurd tu carî dest ji Kobanê bernade. Roj roja rizgarkirina Kobanê û pêkanîna şoreşa Kurdistana mezin e.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê sînorê Kobanê û Pirsûsê bi temamî ji holê bê rakirin û got: “Divê Kobanê û Pirsûs bibin yek. Her wiha, divê ne pênç an jî deh, ne jî bi sedan, divê bi hezaran û bi dehhezaran ciwan berê xwe bidin eniyê. Pêwîstiya Kobanê bi vê yekê heye. Divê neyê jibîrkirin ku wê rizgariya Kobanê bi serhildana li Bakûr pêk bê. Tenê deriyekî vekirî yê Kobanê heye, ew jî Pirsûs e. Ger pêwîst bike, wê divê ciwanên Kurdistanê ji goşt dîwar çêbikin û rê nedin çete-heramiyan.”
Komalên Ciwan, bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser berxwedana Kobanê û diyar kir ku li Kobanê hemleyek bi navê “Şehîd Mawa” hatiye destpêkirin û got: “Dirûşima hemleya me ‘Em bi Kobanê dest pê kir, em ê bi Kobanê ser bikevin’ hatiye destpêkirin.’ Şoreşa bi berxwedana Kobanê dest pê kir, dê bi paqijkirina Kobanê ji çete û dagirkeran, bigihêje serkeftinê”.
Komalên Ciwan herî dawî ev bang kir: “Li ser vî esasî, em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku bi ruhê Şehîd Jiyan, Şehîd Gerîlla û Şehîd Milîtan, heta serkeftinê li ser xeta Şehîd Arîn Mîrkan bimeşin. Berxwedana bi Kobanê dest pê kir, divê belavî hemû Kurdistanê bibe û ser bikeve.
Li ser vî esasî em banga serhildanê li ciwanên Kurd dikin.”