Koma Parîsê di Nobeta Azadiyê de bû
Vê heftiyê Nobeta Azadiyê ya ku ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê li ber Konseya Ewropayê (KE) didome ji hêla Kurdistaniyên ku ji Parîsê hatin ve hate bi rê ve birin.
Vê heftiyê Nobeta Azadiyê ya ku ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê li ber Konseya Ewropayê (KE) didome ji hêla Kurdistaniyên ku ji Parîsê hatin ve hate bi rê ve birin.
Nobeta Azadiyê ya ku ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê li ber Konseya Ewropayê (KE) didome ji hêla Kurdistaniyên ku ji Parîsê hatin ve hate bi rê ve birin.
Ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve Nobeta Ji Ocalan re Azadî berdewam dike, ji roja Yekşemê ve bi komeke nû re nobet didome.Heftiya bihurî nûçegiyanên Kurd li nobetê bûn vê heftiyê jî welatparêzên Kurd ên bi navê Ikram Balik, Zulkur Alkan, Cemîl Amed û Rojhat Amed ji Parîsê hatin û çalakiyê didomînin.
Çalakgeran têkildarî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna wî û li ser çareseriya kêşeyên gelên dinyayê agahiyê didine kesên ku têne seriyan didine wan. Ji be ku hejmara turîst û serdanvanên ku têne semta Robertsu ya bajêr her roj ji derveyî Fransayê jî bi sedan kesî re dikarin diyalogê deynin.
Nobeta Ji Ocalan re Azadî 25’ê Hezîrana 2012’an li dijî tecrîda Imraliyê û li dijî îmhayê, ji bo ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî bixwazin dest pê kiribû. Heta niha vê çalakiyê 265 heftî li pey xwe hiştine û gelek welatparêz, nûçegihan, siyasetmedar, hunermend û dostên Kurdan ên Ewropî tevlî vê çalakiyê bûne.