Koma Meclîsê ya HDP'ê li hev civiya

HDP, ji bo nexşerêya xwe ya sala nû ya qanûndanînê diyar bike, koma xwe ya li Meclîsê li hev civand.

Koma Meclîsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi serokatiya Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag li hev civiya. Civîn li Meclîsê hat lidarxistin û ji bilî parlamenterên ji ber bernameyên xwe li derveyî welat in, bi tevlîbûna hemû wekîlan pêk hat.

Di vê civînê de wê polîtîkayên partiyê yên serdema nû ya qanûndanînê bên nirxandin. Yek ji mijarên vê civînê, helwesta li dijî hewldanên binçavkirin û girtina parlamenteran e. Her wiha wê merasîma sibe ya vekirina Meclîsê jî bê nirxandin. Di merasîma vekirinê ya sibe de wê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan jî baxive. Lewma wê di vê civînê de biryar bê dayîn, ku ji ber polîtîkayên şer ên Erdogan, ev merasîm were protestokirin an na.