KODAR: Cejna Remezanê bikin cejna azadiya civakê

Komîteya Ol û Bawriyan a Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi wesileya Cejna Remezanê peyamek belav kir û got: “Cejna Remezanê em bikin cejna azadiya civakê.”

Komîteya Ol û Baweriyan a Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi wesîleya Cejna Remezanê peyamekî belavkir û diyar kirin ku Cejna Remezanê ya pîroz li hemû Misilmanên cîhanê û bi taybetî li gelê Kurd yên li her çar parçeyên welat û Rojhilatê Kurdistanê pîroz be.

‘CEJNA REMEZANÊ BIKIN CEJNA AZADIYA CIVAKÊ’

Peyama KODAR ya pîrozbahiya Cejna Remezanê wiha ye:

“Di destpêkê de em Cejna Remezanê li hemû Mislimanên cîhanê û bi taybetî li gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin.

Hêvîdarin ku ev cejin bibe wesîleya pêkanîna aşitî û aramiyê, bê guman mîsyona bingehîn ya di nava civaka mirovahiyê de zindî hêlayî weke nirx û pîvanên civakê ol û bawerî ye, weke berê bingehîn yên civakê tê naskirin.

Her wiha ew nirx jî nirxên manewî yên her civakê ne û civakan li ser lingan digire ye, Ola Îslamê ji destpêka derketina xwe ve bi tekezkirina li ser wan pîvanan, bilindkirin û xistina malê giştî pêşketiye. Her çiqas îro desthiladar hewldidin ku ol weke amûrekî rewabûna xwe bi hebûn û serweriya xwe nîşand bidin ew jî bûye sedemê ne aramî û ne rihetiya dinava beşên civakê de, na be ku qadê ji desthilatan re vale bihêlin ku binavê ol hemû cûrên dizîyê veşêrin.

Cejin di nava civaka me de bi domdarî tê wateya lêbûrîn û aşitiyê. Di van qonaxên hestyar yên ku Kurdistan niha tê de, bi hemû awayan êrîş li ser me heye ji bo têkdana aramiya li nav mala Kurdî.

Li ser hemû oldaran û bi taybetî melayan erkeke ku bi wesîleya Cejna Remezanê ya pîroz ji bo yekîtiya nav mala Kurdî xwedî helwestbin û planên dagirkeran tine bikin.

Divê Cejna Remezanê bikin derfetek ji bo kêmkirina êş û nexweşiyên civakê, li ser her oldarekî erekeke ku alîkariya xwişk û birayên xwe bê ciyawaziya dînî li berçavan bigrin, diayên xêrê pêşkêşî bikin, bi hev re li ser sifreya cejnê rûnin û sifreya ti malbatekê vala neyê hiştin.

Di dawiyê de carek din Cejna Remezanê ya pîroz li hemû oldarên Îslamê, hemû gelê me, bi taybetî jî li şehîdên serbilind, karmendên tendirustiyê ku bi domdarî di xizmeta civakê dene pîroz dikin.”