Koçyîgît: Li dijî tecrîdê pêwîstî bi rê û rêbazên nû heye

Hevberdevk Gulîstan Kiliç Koçyîgît, li 2. Civîna Meclîsa Giştî ya HDK'ê axivî û got, ji bo bersiv ji daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê re bê dayin pêwîstî bi rê û rêbazên nû heye.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), 2. Civîna Meclîsa Giştî ya Serdema 9. pêk anî.

Civîn li navenda giştî ya HDK'ê ya li Taksîm a Stenbolê pêk hat û gelek kes tevlî bûn. Hevberdevk Gulîstan Kiliç Koçyîgît di destpêka civînê de axivî û bal kişand ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kir û 157 roj in didomin.

Koçyîgît bêdengiya hikumetê şermezar kir û got, "Li hemberî van daxwazan ku di Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî de cih digirin, mixabin hikumet heta niha bêdeng e û bersiv nedaye. Cenazeyên 7 mirovên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan, bi nêzîkatiyeke li derveyî mirovahiyê hatin veşartin. Dewletê mafê veşartinê û şînê desteser kiriye."

'DIVÊ EM RÊ Û RÊBAZEKÊ BIBÎNIN KU DENGÊ XWE BIDIN BIHÎSTIN'

Koçyîgît got, "Divê em rê û rêbazekê bibînin ku dengê xwe bidin bihîstin" û wiha dewam kir: "Em neçar in dengê xwe bigihînin yên ker, rastiyê nîşanî yên kor bidin. Bi têkoşîneke rasteqîn a beşên civakê hemûyan, bi bikaranîna mafê xwepêşandanê yê aştiyane, rewa û demokratîk, bi xwedîderketina malbatan û bi kombûna li dora têkoşîna li girtîgehan ev yek dikare pêk were. Em careke din dixwazin destnîşan bikin ku tişta ji bo me esas e, mafê jiyanê ye."

Koçyîgît diyar kir, binpêkirina mafên mirovan nîşan dide ku hikumeta AKP'ê dixwaze pêvajoyê bi çi rengî bi rê ve bibe û got, li dijî vê yekê pêwîste têkoşîneke demokratîk û hevgirtî were xurtkirin.

Koçyîgît bal kişand ser 1'ê Gulanê Roja Karkeran a Dinyayê û got, Em di pêvajoyeke welê de ne ku bi hezaran girtiyên siyasî li dijî tecrîdê bedena xwe dane ber birçîbûnê. Em dixwazin 1'ê Gulanê ya îsal bibe wesîleya xwedîderketina li daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê."