Koçyîgît: Divê raya giştî ya demokratîk derhal bi însiyatîf tevbigere
Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît da xuyakirin, ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê divê raya giştî ya demokratîk a sivîl bi însiyatîf tevbigere û destnîşan kir, berxwedana qels ne ya qebûlkirinê ye.
OZGUR AYDIN
ÎZMÎR
şemî, 23 tîrmehê 2016, 07:16
Koçyîgît diyar kir, 15'ê Tîrmehê ji bo desthilatdariya AKP'ê mîladek e û da zanîn, Tayyîp Erdogan wê ji niha û pê ve hîn bi hêsanî rejîma xwe ava bike.
Koçyîgît bal kişand ser fikarên li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Ocalan û anî ziman, divê derhal heyetek biçe Îmraliyê û hevdîtinê bike.
Gulîstan Kiliç Koçyîgît da xuyakirin, ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê divê raya giştî ya demokratîk a sivîl bi însiyatîf tevbigere û destnîşan kir, berxwedana qels ne ya qebûlkirinê ye.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, rojev ji ANF'ê re nirxand.
DESTHILATDARIYÊ PÊŞÎ LI HÊZA DARBEYÊ VEKIR
Koçyîgît da zanîn, hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji bo desthilatdariya AKP'ê mîladek e û destnîşan kir, ku ji niha û pê ve wê Tayyîp Erdogan rejîma xwe bi hêsanî ava bike.
Koçyîgît diyar kir, dema nêz a Tirkiyeyê dema darbeyan e û got, "Pêwîste em bûyer û bandorên ji 7'ê Hezîranê û pê ve darbe xwedî kirin, bibînin. AKP'ê ji Hezîranê û vir ve du caran darbeya sivîl kir. Li vî welatî, desthilatdariyê rê li ber hêzên darbeyan vekir. Dema piraniya endamên Meclîsê ji dest çû, şer ji xwe re weke rêbazeke şer tercîh kir. Lê vê rêbazê di heman demê de destê leşker jî xurt kir û bû sedem ku ji nû ve bibe xwedî însiyatîf. Leşkeriya bi vê piştrast bû, hewl da darbeyê bike. Yê ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê vîna gel tine hesiband û darbe li parlamentê kir, hikûmeta AKP'ê ye. Şerê ku piştre li bajarên Kurdistanê hat destpêkirin, li rojavayê welêt jî pêşî li hewldanên demokratîk û azadiyan girt. Êrîşên zayendî yên li hemberî jinê zêde bûn. Li qada kedê êrîşên gelekî mezin hatin kirin. Ev hemû di bin siya şerê li Kurdistanê de hatin kirin. Vê yekê jî têra AKP'ê nekir. Hewl da civakê ji hev dûr bixîne û li hemberî hev rake. Bêguman rêbazeke bi vî rengî zemîn ji darbeyan re amade kir."
'WÊ ÊDÎ 15'Ê TÎRMEHÊ JI XWE RE BIKIN REFERANS'
Koçyîgît ragihand, vê bangên hikûmeta AKP'ê yên ji bo daketina kolanan a girseyên gel bi taybetî were nirxandin û diyar kir, AKP bi vê yekê ve dixwaze alîgirên xwe hînê kolanan bike û mûxalîfan bi vî rengî kontrol bike.
Gulîstan Kiliç Koçyîgît da xuyakirin, ku AKP wê bi wergirtina desteka gel a di vê rêyê de hewl bide di rêya ber bi sîstema serokatiyê de bi pêş ve biçe û got, "AKP'ê, 15'ê Tîrmehê ji xwe re kir destpêka veguherîna ji bo avakirina rejîma xwe. Wê êdî vê rojê ji xwe re bike referans. Darbe li dijî Destûra Bingehîn a heyî û hêza dewletê tê kirin; lê belê AKP'ê mîna ku li hemberî ol hatiye kirin nîşan da û li kolanan banga cîhadê li gel kir. Wê desthilatdariya xwe li ser vê yekê ji nû ve ava bikin. Desthilatdarî di vir de ji xwe re dîrokeke nû dinivîsîne."
'DIVÊ DERHAL HEVDÎTIN LI ÎMRALIYÊ BÊ KIRIN'
Koçyîgît baş kişand ser fikarên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Ji 5'ê Nîsanê û vir ve bi ti awayî hevdîtin bi Ocalan re nayê kirin. Ev yek di nava sîstemeke Destûra Bingehîn de sûc e. Em niha vê meraq dikin; gelo dijî? Ev yek weke pirsekê hê li holê ye. Pêwîste bersiveke têrker ji vê re bê peydakirin. Girîng e derhal bê ziyaretkirin û daxuyanî ji raya giştî re bê dayîn. Em bi nûçeyên li ser plana sûîqestê ya piştî darbeyê, qet matmayî neman. Divê di cih de were dîtin ku ev yek hatiye astengkirin yan na. Eger ev neyê kirin, encama derkeve holê wê rewşeke baş dernexîne holê. Divê hikûmet vê bibîne."
'PÊWÎSTÎ BI PÊVAJOYEKE ÇALAK HEYE'
Hevberdevak HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît d zanîn, ku divê temamiya raya giştî ya demokratîk a sivîl bi însiyatîf tevbigerin û destnîşan kir, di vê demê de berxwedaneke qels ne ya qebûlkirinê ye. Koçyîgît ragihand, alîgirên azadî û demokrasiyê divê li dijî darbeya leşkerî û sivîl rêyeke sêyemîn ava bikin û got, "Divê em vê rêyê berfireh bikin. Hewl bidin rê li ber destpêkeke nû vekin. Di vê demê de pêwîstî bi pêşengiyê heye. Berxwedana qels, ji bo hêzên çep ne helwesteke bê qebûlkirin e. Divê bikevin nava pêvajoyeke çalak."