Koçyîgît: Divê em tavilê li hev bicivin

Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît bal kişand ser acîliyeta xeta têkoşînê û got, "Weke hêzên demokrasiyê divê em tavilê li hev bicivin û plansaziya çalakiyan diyar bikin."

Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît diyar kir ku piştî şerê navxweyî yê dewletê yê 15'ê Tîrmehê, hewl tê dayin ku bi Rewşa Awarte û biryarnameyên di hukmê qanûnan de, rêveberiya faşîzan bi rêk û pêk bibe. Koçyîgît destnîşan kir ku biryarnameyên dawî rê li ber şerê navxweyî vedike.

Gulîstan Koçyîgît ji ANF'ê re axivî û got, ji bo ku mirov fêhm bikin bê AKP dixwaze welêt ber bi ku ve bibe, têrê dike mirov tenê li xalên biryarnameyên dawî binerin.

Koçyîgît anî ziman ku rewşa destûrî hatiye tevizandin û bi rêya biryarnameyan hin pêkanîn li ser civakê tên ferzkirin.

Koçyîgît destnîşan kir ku AKP'ê Rewşa Awarte û biryarname kiriye amûrek ji bo çavtirsandina civakê û dewamkirina desthilatdariya xwe û got, biçekkirina keyayan, bêcezahiştina sûcên lînkirinê, birînkirinê yên alîgirê dewletê, guhertinên tirsnak in.

Gulîstan Koçyîgît da zanîn ku di bûyerên civakî de hêzên paramîlîter dikarin pişta xwe bispêrin van guhertinan, bi hêsanî dakevin kolanan û şîdetê li beşeke din a civakê bikin.

Koçyîgît da xuyakirin ku ev yek lîstika bi êgir e û tê wateya kirina komkujiyên nû yên mîna Mereş û Sêwasê.

EV DURÛTÎ YE

Koçyîgît bal kişand ser zexta lixwekirina kincê ji yekrengî ya li ser girtiyan tê ferzkirin û bi bîr xist ku Erdogan di vê derbarê de mînaka Gûantanamoyê daye. Koçyîgît destnîşan kir ku ev cihê tirs û fikaran e, di heman demê de durûtiyeke mezin e û got, "Desthilatdarî û serokkomar ji aliyekî ve xwe weke antî emperyalîst nîşan dide, lê li aliyê din êşkencexaneya emperyalîstan Gûantanamo ku rûreşiya mirovahiyê ye mînak nîşan didin û hewl didin vê li Tirkiyeyê pêk bîne."

EV BÊ RÛMETÊ WÊ BÊ REDKIRIN

Koçyîgît bi bîr xist ku ev pêkanîna li derveyî mirovahiyê ji bo girtiyên şoreşger sedema berxwedanê ye û got, "Ti hevalên me, hevrvêyên me wê vê bêrûmetiyê qebûl nekin. Bi rengekî xwezayî wê li dijî vê yekê berxwedan bê kirin."

PÊWÎSTÎ BI DESTWERDANEKE LEZGÎN HEYE

Koçyîgît ragihand ku êdî kes ewle nîne, AKP dixwaze faşîzma xwe girantir bike û bi vî rengî xwe bigihîne sala 2019'an. Koçyîgît destnîşan kir ku li dijî vê rewşê pêwîstî bi xeteke têkoşînê ya lezgîn heye û got, "Weke hêzên demokrasiyê lazim e em tavilê li hev bicivin û bi lez û bez plansaziyeke çalakiyan diyar bikin. Bêguman di vê pêvajoyê de wê destwerdanên gelekî tund jî çêbibin, divê em vê jî bibînin. Lê belê çi dibe bila bibe, nabe ku em bisekinin."

Koçyîgît herî dawî got, "Em ê destûrê nedin vê, em ê têbikoşin."