'Kobanê: Şoreşa Kurd û têkoşîna li dijî Dewleta Îslamê'
Rojnamevanê Swêdî Joakîm Medîn bû şahidê operasyonên YPG û gerîlayên PKK'ê yên rizgarkirina Êzidiyên li Çiyayê Şengalê asê man û dorpêçiya Kobanê dît. Di nava rojnamevanên rojavayî de yê herî dawî ji Kobanê derket ew bû.
MÛRAT KÛSEYRÎ
STOCKHOLM / ANF
în, 29 avrêlê 2016, 07:10
Rojnamevanê Swêdî Joakîm Medîn bû şahidê operasyonên YPG û gerîlayên PKK'ê yên rizgarkirina Êzidiyên li Çiyayê Şengalê asê man û dorpêçiya Kobanê dît. Di nava rojnamevanên rojavayî de yê herî dawî ji Kobanê derket ew bû.
Medîn, Şoreşa Rojava, sîstema wekhev a Kurd, Suryanî û hemû gelên din ên li herêmê bi hev re ava kirine, berxwedana lehengî ya şervanên YPG û YPJ'ê ya li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê meşand, di bin navê "Kobanê: Şoreşa Kurd û têkoşîna li dijî Dewleta Îslamê" de kir pirtûkek.
Pirtûka ku ev çend roj in tê firotin, rastî eleqeyeke xurt a medya û raya giştî ya Swêdê tê. Medîn danasîna pirtûkê, di dawiya ve hefteyê de li Rojên Wêjeyî yên Stockholmê ya li Mala Çandê ya Stockholmê û di konferansa li Şanoya Guney (Sodra Teatern) kir.
Medîn da xuyakirin, ku piştî DAIŞ'ê di Tîrmeha 2014'an de êrîşî Kobanê kir, Kurd ketin rojeva raya giştî ya cîhanê û da zanîn, raya giştî ya cîhanê piştî vê êrîşê pê hesiya ku DAIŞ'ê beşeke girîng a Iraq û Sûriyeyê xistiye bin kontrola xwe.
KURDAN BERÎ KOBANÊ JÎ LI DIJÎ DAIŞ'Ê ŞEREKÎ XURT MEŞANDIN
Rojnamevan Medîn diyar kir, Kurdan beriya berxwedana Kobanê jî li dijî DAIŞ'ê şerekî bi bandor meşandin, lê haya raya giştî ya rojava ji vê çênebû û destnîşan kir, hêzên Kurd beriya berxwedana Kobanê derbên gelekî giran li DAIŞ'ê û çeteyên Cîhadî xistin.
Medîn bibîr xist, çeteyên DAIŞ'ê artêşên Iraq û Sûriyeyê û pêşmerge têk birin û anî ziman, di rewşeke ku cîhan tev li benda têkçûna Kobanê bû de, li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên bi çekên Sowyet û DYA şer dikirin, hêzên Kurd bi kalaşnîkovan bi berxwedaneke kêm caran hatiye dîtin, şer kirin.
Medîn da xuyakirin, ku cîhan hemû bû heyranê vê berxwedana Kurdan û got, "Di 27'ê Îlona 2014'an de dema me taştê dixwar, YPG'ê da xuyakirin, ku DYA'yê ji hewayê dest bi bombekirina çeteyên DAIŞ'ê kiriye. Em derketin derve û ber bi eniya rojhilat ve meşiyan. YPG'yiyekî bi navê Berxwedan (piştre di şer de jiyana xwe ji dest da) cih nîşan da û diyar kir ku DYA danê vê sibehê bombe li DAIŞ'ê barandiye."
Rojnamevan da zanîn, ku hevkariya navbera Rojava û Kurdan a li dijî DAIŞ'ê bi vî rengî destpê kir û anî ziman, şerê bi bandor ê hêzên Kurd li Kobanê meşandin, bû sembola têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê û cîhadiyan.
CÎHANA ROJAVA DESTEKÊ BIDE JÎ NEDE JÎ, SÎSTEMA LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ WÊ BIJÎ
Medîn di pirtûka xwe de, tevî têkoşîna Kurdan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê, bi giranî dide ser sîstema xweseriya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê ji havîna 2012'an û pê ve ket meriyetê. Dûre li ser sîstema kantonan agahiyên berfireh dide.
Medîn bibîr xist, Kurd alîgirê Sûriyeyeke federal a erkên xwe yên navendî hatine kêm kirin e û tevî ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ne, di heman demê de li dijî Esad jî şer dikin. Medîn da xuyakirin, ku gelek Kurdên bi wî re axivîn, xwedî wê fikar û nêrînê ne, ku dema DAIŞ ji holê hat rakirin wê rejîma Esad karibe êrîşî Rojava bike.
Medîn got, "Eger ev pêk were, wê cîhana rojava helwesteke çawa nîşan bide? Mîna demên bihurî wê careke din xiyanetê li Kurdan bike yan jî destekê bide wan? Kurdên li Rojava xwe weke postmodern pênase dikin û xwedî bîrdoziyeke çep a diyar in. Lewma berjewendiyeke DYA û cîhana rojava ji bo destekkirina komên bi vî rengî nîne. Lê li ser erdê gelekî xurt in û ti hêzeke ku hêza xwe ya hewayî nebe, newêre xwe nêzî wan bike. Dijminên derve yên mîna Tirkiyeyê jî hene. Yek ji sedemên ji nû ve destpêkirina şerê li Kurdistana Tirkiyeyê jî, serketina Kurdan a li Rojav ye. Ez di wê baweriyê de me; cîhana Rojava destekê bide yan jî nede, sîstema li Rojava wê bijî."