Kobanê mifta Rojhilata Navîn a nû ye

Kobanê mifta Rojhilata Navîn a nû ye

Ev 16 roj in ku li Kobanê şerekî rûmetê yê dijwar  tê meşandin. Her tişt îro li Kobanê li ber xwe dide dîrok, nirx , ax, zarok, jin û mirovên azadîxwaz. Piştî demeke dirêj dîsa li ser vê axê mirovatî serhildana azadiyê li dar xistiye. Û dîrok careke din bi tîpên zêrîn rûpelên nû dinivîsînin. Çawa ku Belgrad li hember Naziyan û Vîetnam li hember Amerîka li ber xwe dan û bûn hêvî ji bo mirovatiyê, îro jî heman tac Kobanê dide serê xwe.

Tê gotin ku  gelo wê Kobanê  bi ser bikeve yan na. Li gorî min Kobanê bi ser ketiye. Lê tişta girîng ew e ku em vê serketinê çawa bikin serketinek mayînde. Sekna bi rûmet û  watedar a du heyvan  vê yekê  radixe ber çavan. Ji ber Kobanê ne li hember rêxistinekê şer dike û ew li hember hemû qirêj û gemara desthilatiyê û zordariya navneteweyî şer dike. Lewma jî wê ne şaş be ku mirov bêje ev şerê li Kobanê şerê cîhanê yê sêyemîn e. Ji ber ku encama vî şerî wê bibe sedema guhertina gelek hevsengên heyî û wê bi xwe re rê li pêşiya guhertinên mezin veke. Lewma jî Kobanê mifteya Rojhilata Navîn a nû ye.  Û cara yekemîn e ku ev mifte dikeve destê gelên bindest û azadî dixwaz de. Lewma jî hêzên şerxwaz û zordest dîn û har bûne. Bi taybet dewleta Tirkî hemû hêviyê xwe daniye ser ketina Kobanê ta ku destwerdaneke leşkerî bike, ku ev jî wê bi xwe re felaketekê bîne û mîna ketina Saddam ji Kuweytê re wê Tirkî ber bi întîharê ve bibe. Ji bo wê jî ger em naxwazin pêvojoyeke nû ji felaketên civakî û mirovatî bijîn, pêwîst e em bi hemû hebûna xwe tevlî berxwedana Kobanê bibin. Wer diyar e ku hîn jî di vê der barê xeflet heye.

Ji bilî Tevgera Azadiya Kurdistan û hin kesên demokrat kes bi hawara Kobanê ve nayê. Ji wan heye ku wê ev şer bi Kobanê ve sînordar be. Nizanin ku bahoz wê bigihê Enqere, Tahran, Bexda û Hewlêr. Û wê bibe sedema ku gelek kesên mîna Erdogan û Ruhanî wekî Malikî û Mursî ji sertext bikevin. Lewma jî pêwîst e her kes kûmê xwe deyne pêşiya xwe û baş hesab bike. Ketina Kobanê wê mîna kevrê domîno bibe sedema ku hemû kevir bi ser hev de hilweşin. Bi taybet Kurd pêwîst e ji xefletê derkevin ev şer hebûna Kurdan hedef dike û tu Kurd ji derveyî vê çembere nîne.  Bi qasî Kobanê Amed, bi qasî Amedê Hewlêr û bi qasî Hewlêrê Mahabad di hedefê de ye. Lewra pêwîstî dîsa bi stratejiyeke parastinê heye. Pêwîstiya Kobanê bi kamyonên erzaq ên Hewlêr û meşa ENKS ên bi ruxset û bê ruxset nîne. Pêwîstî bi çek û parastinê heye. Ger çekên di deste pêşmergeyan de di deste YPG’ de ba wê 24 saetan DAIŞ têk biçiya. Wê demê em li benda çi ne? Em li bendê ne ku Kobanê bikeve û em mîna pepûk û belengazan li ser bigirîn? An jî em bêjin binerin mîna Şengalê vaye Koban jî ket. Ev hesabên erzan wê bi xwe re felaketê bîne. Dem dema ku em aqil û wijdanê xwe bikin yek û ji xefletê hişyar bibin.  Naxwe ev xeflet ne dûr e ku sibê me bibe xiyanetê. Wê demê mîna şerê Pîrûsê wê her kes bibin bikeve.

 Lê belê tevî hemû zor û zehmetiyan ez dibêjim bela kes nekeve xeyala ku wê Kobanê bikeve. Ji ber serketina Kobanê misoger e helwesta rast ew e ku her kes li gor serkeftina Kobanê stratejiya xwe diyar bike û plana xwe li gor wê çêke. Berevajî ve mîna dewleta Osmanî û hevkarên wê di vê sed saliyê de jî wê winda bikin.