Koalîsyon: Çete li herêmên rejîmê bi hêsanî tevdigerin
Li gorî daxuyaniya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê hatiye avakirin, hejmara çeteyan kêm mabe jî, li ser erdê di destê rejîmê de ne bi hêsanî tevdigerin.
Li gorî daxuyaniya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê hatiye avakirin, hejmara çeteyan kêm mabe jî, li ser erdê di destê rejîmê de ne bi hêsanî tevdigerin.
Alîkarê fermandarê koalîsyonê yê ji stratejiyê berpirsyar generalê Îngilîz Felîx Gedney anî ziman ku planeke wan a êrîşa hewayî li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên li herêmên di kontrola rejîma Sûriyeyê de ne, nîne.
Gedney diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê li rojavayê Firatê dikevin herêmên di kontrola rejîmê de ne û destnîşan kir ku ev yek nîşaneya neserketina rejîmê ye. Gedney ragihand, çeteyên DAÎŞ'ê bi hêsanî li herêmên di kontrola rejîmê de ne tevdigerin û got, ev yek nîşan dide ku rejîm ya 'bê daxwaz e' ya jî 'neçar e'.
Gedney destnîşan kir ku li gel vê yekê jî ew nafikirin ku li herêmên di kontrola rejîmê de ne û çeteyên DAÎŞ'ê reviyane wan deran, operasyonê bikin.
Li gorî koalîsyona navneteweyî, çeteyên DAÎŞ'ê li Iraq û Sûriyeyê bi giranî tine bûne û hejmara giştî ya çeteyên DAÎŞ'ê li van her du welatan kêmî hezarî ye.
Li rojhilatê wîlayeta Dêra Zorê ya li rojhilatê çemê Firatê, operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a bi navê Pêngava Bagera Cizîrê dewam dike.