KNK: Ya ku raperîn bi ser xist, yekîtiya neteweyî bû

Konseya Rêveber a KNK'ê, bi wesîleya 26. salvegera serhildana Başûrê Kurdistanê (Raperîn) de daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku di roja îro de jî lazim e dersên girîng ji vê serhildanê bên derxistin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku gelê Başûrê Kurdistanê beriya niha bi 26 salan, li dijî her şêwe zext û zordariya rejîma Baas a Iraqê, ku bi çekên modern û qedexekirî Kurd qir dikir, rabû serhildanê.

KNK'ê got, "Ji ber ku gelê Kurdistanê û hêzên siyasî yên wê demê li ser parastin û diyarkirina çarenivîsa xwe yek deng û yek helwest bûn, karîn wan berbestan biherifînin."

Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin, ya ku di wê demê de Kurd û Kurdistan parast, di dereceya yekemîn de yekîtiya navxweyî û neteweyî ya Kurdan bû û wiha dewam kir: "Serhildana bihara 1991'ê guherîneke mezin di dîroka Kurdistanê de çêkir. Pencereyeke berfireh bi rûyê Kurdistaniyan de hat vekirin û ezmûneke nû û geş derket pêşiya Kurdan. Ew serhildan bû cihê hêviya hemû parçeyên Kurdistanê û li her derê Kurdistanê hat destekkirin. Wê serhildanê parlamen û hikûmeta herêma Kurdistanê li pey xwe anî û afirand. Bûne destketên neteweyî û niştîmanî di dîrokê de. Xelkê Kurdistanê bi giştî ji bo van destketiyan şa bû. Di şert û mercên pir zehmet, nebûnî, birçîtî û hejarî de ew ezmûn hate parastin û rakirin ser piyan."

KNK'ê diyar kir, lazim e rêveberiya Başûrê Kurdistanê her tim vê vîna gelê Kurdistanê li ber çavan bigire û bal hat kişandin ser krîza li Başûrê Kurdistanê û gefên giran ên li parçeyên din ên Kurdistanê li gelê Kurd tên xwarin.

KNK'ê da zanîn, îro ji her demê bêhtir pêwîstî bi yekîtiya neteweyî û niştimanî ya Kurdan heye, ku pêşî li plan û gefên dijmin bê girtin û destketî werin parastin.

Konseya Rêveber ragihand, piştî 26 salan, destketên serhildana Başûr, her wiha destketên îro yên li Rojavayê Kurdistanê di bin zextên neyar û dagirkeran de ye, bi taybetî dewleta Tirk hewl dide bi hemû hêza xwe van tine bike.

KNK'ê diyar kir, girîng e ev destketî werin parastin û da zanîn, ku rêya herî rast a parastina van destketiyan jî yekîtiya neteweyî ya gel û hêzên siyasî yên Kurdistanê ye.

KNK'ê bi wesîleya salvegera serhildana mezin a gelê Başûrê Kurdistanê bang li hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê kir, ku bi berpirsyariya yekîtiya neteweyî rabin.

Di dawiya daxuyaniyê de hemû cangoriyên raperînê bi rêzdarî hatin bîranîn.