KNK wê ji bo yekrêziya nava Kurdan hewldanên xwe xurt bike

Konseya Rêveber a KNK'ê yekem civîna xwe ya piştî kongreya 19'an pêk anî. Encamên civînê bi daxuyaniyekê hatin eşkerekirin.

Konseya Rêveber a KNK'ê piştî kongreya 19'an yekem civîna xwe di 9'ê Mijdarê de li navenda KNK'ê pêk anî.

Di civînê de rewşa polîtîk û guhertinên herêmî hatin nirxandin.

Encamên civînê jî bi daxuyaniyekê hatin eşkerekirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Tevî lihevhatinên Turk-Amerika û Turk-Rûsya yên ku bêyî îradeya gelên herêmê û bi taybetî gelê Kurd hatine wajokirin, dewleta Turk li ser hêrişên xwe bi merema dagîrkirina rojavayê Kurdistanê berdewame. Ev hêrişên hovane bûne egerê jiyan ji destdana bi sedan hevwelatiyên sivîl û bi sedhezaran jî ji nişteciyên herêmê ji cî û warên xwe koçber û aware bûne.

Dewleta Turk bi navê sazkirina herêmek ewle, dixwaze nexşeya demografîk ya li rojavayê Kurdistanê û pêkhateyên wê biguhere. Xwecihîyan ji cih û warên derdixe, terefdarên xwe tîne û li cihê wan datîne. Li gor nêrîna Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, wê ev karê bê huqoq û ne adilane dê bibe sedemê nakokîyên etnîkî û wê alozî û tevlîhevîyek civakî jî bi xwe re bîne.

Li hember êrîşên dewleta Tirk, li seranserê Kurdistan û Cihanê, gelê Kurd û dostên gelê me li ser piya ne û dijê êrîşan radiwestin. Em vê helwesta gelê xwe û dostên xwe li herçar perçeyan û li derveryî welat ya li dijî leşkerkêşiya ser rojavayê Kurdistanê, pîroz dikin û bilind dinirxînin. Pêwîste kurdistanî di çarçoveya huqûq û yasayan de û bi awayê demokratîk dewamiyê bidin çalakiyên xwe. KNK kampaniya civaka sivîl ya boykutkirina kirîn û firotina kel û pelên dewleta Turk yên li bazarên Kurdistan û cîhanê û qûtkirina pêwndiyên xwe yên toristîkî bi fîrmeyên wî welatî re, karekî erênî dibîne û destxweşîyê li hemî beşaran dike.

Merema dewleta Turk ne tenê jinav birina destkeftiyên rojavayê Kurdistanê ne, di heman demêde mebestek ewe ku dagîrkirin û ji navbirina federalîya başûrê kurditanê ye. Serok û rayedarên dewleta Turk vê yekê aşkere di daxweyaniyên xwe de bi hêcetên cuda tînin ziman. Ji xwe li bakûrê Kurdistanê bi salane rewşek awarte heye. Girtin û kuştinên keyfî berdewamin. Ew şaredariyên ku Kurdan bi bi rêya hilbijatinan bidestxistine, bi darê zorê û li ber çavên raya gişti ya Cihanî ji dest tên girtin. Bêyî hîç bingehek huqoqî û dûr ji gişt rêbazên yasayî, şaredar ji ser wezîfeyan tên avêht, têne zînîkirin û li dewsa wan qeyûm tên wezîfedar kirin.

Li rojhelatê Kurdistanê bi salane dewleta Îran ê, berdewame li ser girtin û kuştina Kurdan. Rewşa xeraba aborî resterast li ser jiyana xelkê bandorek nebaş kiriye. Ji ber kêm derfetiyê û da ku debara xwe bikin, rojane jiyana bi dehan kolperên Kurd di xeterê de ye û rojane ciwanên me bi destê rejîma Îranê têne şehîd kirin. Dewleta Îranê bi hemû derfetên xwe li dijî destkeftiyên gelê Kurd derdikeve. Ev dijayetî ne tenê li rojhelatê Kurdistanê ye herweha dijê parçên dî yên Kurdistanê ye jî. Dijî mafên Kurdan, dewleta Îranê berdewam bi rejîmên Enqere, Şam û Bexdayê re dinav têkeliyan de ye.

Demeke li İraqê nerazîbûn û nerehetî heye, çalakîyên girseyî dijî şêweyê rêvebirin û avakirina dam û dezgehên mîrî tên li darxistin. Mixabin di van çalakiyan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Qaşo li jêr fişara çalakvanan hin alî dixwazin destkarî di destûra bingehîn de bêne kirin û şêweyê sîstem revebirina dewletê ji sîstema parlamenterî bo sîstema serokayetîyê biguhertin. Destên veşartî hene bi merema xweşguzeraniya jiyana miletên îraqê dixwazin destkeftiyên Kurdan li başûrê Kurdistanê lawaz bikin û sîstema federal ji holê rakin. Pêwîste Li başûrê Kurdistanê yek rêzî û yek helwestî hebe û bi hîç şêweyî ev plan nekeve warê cîbicî kirinê.
 
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ji bo doza Kurdistanê di asta navneteweyî de baştir bikeve rojevê kar dike û têdikoşe. KNK di vî warî de, êrişên dewleta Turk, li derveyî hiqûqa navneteweyî li qelem dide û bang li Neteweyên yekbûyî, Yekêtiya Ewrupa û Koalisyona Navdewletî ya li dijî DAIŞê dike ku biriyarên pêwîst li dijî vê bê hiqûqîyê bistînin û rê li ber dagîrîya dewleta Turk li Kurdistanê bigrin. Herweha KNK dibêje; her li hevhatinek yan têgehitiştinek derveyî îradeya gelên herêmê, bêyî li ber çavgirtina mafê çarenivîsa wan, gereke li ser asta navneteweyî bê redkirin û weke sûç bê qebûl kirin.

Piştî nîqaşên siyasî, gorî rojevê civîna Civata Giştî ya 19. hate nirxandin. Civîn li hinek kêm û qusûran bi giştî weke civînek serkevtî hate dîtîn. Ji bo civînên dema pêş baştir bêne organîzekirin, nêrîn û pêşniyar hatin girtin.

Gorî rojevê û gorî peymana KNKê, Konseya Rêvebir di nav endamên xwe de kar û erk parvekir. Cîgirên hevserokan, serokên komîsyon û komîteyan hatin hilbijartin. Biryar hate girtin ku hemî komîsyon û komîte di nava 3 hefteyan de endamên xwe destnîşan bikin û dest bi kar bikin.

Konseya rêvebir ji bo dema pêş plansazîyek xebatê çêkir. Dîtin, nerîn pêşniyar û raspardeyên derancama Civata Giştî ya 19mîn ya KNK li ber çav hatin girtin û li demên pêş kar û xebat di wê arasteyê de bêne berdewamkirin.

Peyre jî li ser peywendîyên navbera hêzên Kurdistanî û yek rêzêîya nav mala Kurdî nîqşên berfireh hatin kirin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, pêkanîna diyaloga neteweyî û pêwendiyên navxweyî di navbera partî, sazî û hêzên Kurdistanî de, di vê qonaxê de bona parastina destkeftiyan bi derfetek jiyanî dibîne. Ji bo yek rêzî û yek helwestiya nav mala Kurdî, civînê biriyar girt ku li demek nêzîk de şandeyek KNKê serdana başûr û rojavayê Kurdistanê bike.

Ji bo xurtkirina pêwendiyan û gihandina peyama gelê Kurdistanê, civînê biriya girt ku çend şandeyan bişîne Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Rûsya, dewletên Ewrûpa û hin dewletên Erebî."