KNK: Piştgiriya ji Kobanê re piştgiriya ji mirovatî û aştiyê re ye

KNK: Piştgiriya ji Kobanê re piştgiriya ji mirovatî û aştiyê re ye

KNK’ê da zanîn ku êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê gihiştine asteke bi talûke û bang li raya giştî ya navneteweyî kir da ku destekê bide gelê Kobanê. KNK got, “Piştgiriya ji gelê Kobanê re yê tenê bi canê xwe li ber xwe de piştgiriya ji mirovatî û aştiye re ye.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), di daxuyaniya xwe de diyar kir ku çeteyên DAIŞ êvara 1’ê Cotmehê ji bo bikeve navenda bajêr ji eniyên rojava, rojhilat û başûr êrîşeke mezin daye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşên bi çekên giran û tankan çeteyên DAIŞ di eniya Başûr de pir nêzî bajêr bûye û wiha dewam kir, “Êrîşên ji 15’ê Îlonê ve bênavber didomin êdî gihiştine merheleyeke pir bi talûke.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin,  “Êrişên çeteyên DAIŞ ên di serî de dewleta Tirk ji aliyê Katar û Suudî Erebistan ve tên fînansekirin, eleman, çek, cebilxane didin wan di serî de ji bo Kobanê bi giştî ji bo gelê Kurd û axa Kurdistanê gihiştiye merheleyeke krîtîk.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li hember çeteyên DAIŞ ên dijminê mirovatiyê Hêzên Parastina Kurd YPG û YPJ “berxwedaneke ku derbasî dîrokê bibe” nîşan didin û helwesta koalîsyona navneteweyî hat rexnekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin “Piştgiriya ji gelê Kobanê re yê tenê bi canê xwe li ber xwe de piştgiriya ji mirovatî û aştiye re ye.” KNK’ê bang li raya giştî ya navneteweyî kir da ku piştgiriyê bidin Kobanê û bang li sazî û hikûmetên ku piştgiriya tê payîn nadin Kurdên li hember çeteyên DAIŞ li ber xwe dide, hat kirin da ku wezîfeyên xwe bi cih bîne.