KNK: Komplo di rengên cûda de berdewam dike
KNK: Komplo di rengên cûda de berdewam dike
KNK: Komplo di rengên cûda de berdewam dike
Serokatiya Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê derbarê 14. salvegera Komploya Navneteweyî ku di şexsê Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk hat, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK'ê diyar kir ku piştî 14 salan jî, hîna ev komplo di rengên cûda de berdewam dike û vê peyamê da:
"Komploya Natneteweyî ya 15ê Sibatê, kiryarek korsanî ye û li dijî nirx û pîroziyên mirovahiyê teva ye. Nirx û pîrozî di encama keda nifşan, têkiliya civakan û keda bi milyonan mirov têne bidestxistin. Lîderên gelan, pêşeng û lehengên gelan jî di heman çarçovê de, di encama tevgerên civakî û guhertinên heyamên dijwar de derdikevine holê û wek nirxên mirovahiyê têne qebûl kirin. Ji ber ku lîder û lehengên civakî, di dîroka gelan de û di pêşketina erênî ya mirovahiyê de roleke sereke dilîzin. Birêz Abdullah Ocalan jî, ji bo demokrasiya gelan, ji bo biratî û wekheviya gelan, nirxekî dîrokî ye û hişmendiya wî ya hemdemî jî nîşaniya vê ye. Lê hêzên serdest, dijminatiya xwe ya li dijî gelan, li dijî nirx û pîroziyên mirovahiyê, di şexsê Ocalan de destnîşan kirin.
Bi vê mebestê em komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê, bi dijwarî şermezar dikin û bang li sazî û dezgehên demokratîk teva dikin ku li hemberî komplokeran dengê xwe bilind bikin. Divê werê zanîn ku, 15ê Sibatê Komploya Navneteweyî, ku bi awayekî korsanî li dijî Rêberê Haraketa Azadiya Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, di çarçoveya bazirganiya selefkarî û hesabên kole-kirina gelan de hate lidarxistin. Armanca hêzên komploker ew bû ku gelê kurd û gelê tirk bînin hemberî hev û şerekî sedsalî bidin dest pê kirin. Lê serneketin.
Em weke KNKê komploya korsanî û êrîşa li dijî nirx û pîroziyên gelê kurd bi dijwarî şermezar dikin. Baş tê zanîn ku, gelê kurd 15ê Sibatê, weke “roja reş” îlan kiriye. Ev tê wateya ku gelê kurd, li dora Birêz Ocalan çemberek ji agir çêkiriye û di her rengî de û bi her awayî dijberiya xwe nîşan dide. Piştî 1 4 salan jî, îsal, wek roja destpêkê bi awayekî girseyî û li her qada jiyanê, li welat û derveyî welat, dijberiya nîşan dide.
Di qonaxa îro ya tevgera leşkerî û siyasî de, li Rojhilata Navîn, gelê kurd xwedî hêz û misyoneke sereke ye û wek aktorekî xwedî giranî ye. Êdî hatiye fam kirin ku, bêyî çarseriya pirsgirêka kurd, aştiya herêmê jî ne mumkun e. Heta ku Birêz Abdullah Ocalan azad nebe û gelê kurd nebê xwedî statuyeke siyasî, çareserî jî çênabe. Pêwiste her kurd, her partiya siyasî ya kurd, vê pêvajoyê bi vî rengî û baş bixwîne, wateya Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê baş fam bike û di vê çarçovê de têkoşîna xwe bi dijwarî bimeşîne."