KNK'ê sersaxî da malbata Koç

KNK'ê, ji ber wefata dayika Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç, Nazlî Koç sersaxî da malbatê.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber wefata Nazlî Koç ji bo Hevseroka xwe Nîlufer Koç û malbata wê peyamek sersaxiyê weşand.

Di peyama KNK'ê de hat gotin, "Xebera xembar û dilsoj a wefata xanim NAZLI KOÇ gihişte me û em bi vê yekê gelek bi xem ketin.  Xanim NAZLÎ KOÇ, ne tenê dayika zarokên welatparêz bû, her wiha weke jineke Kurd di doza parastina welatê xwe de gelek xemxwar û dilsoz bû. Mixabin li derveyî welatê xwe, li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da. 
Em ji ber wefata xanima hêja NAZLÎ KOÇ ê, sersaxiyê didin we û şirîkê xema we ne."