KNK’ê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir

KNK’ê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û got: “Pêwiste her kurd, her partiya siyasî ya kurd, vê pêvajoyê bi vî rengî û baş bixwîne, wateya Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê baş fam bike û di vê çarçovê de têkoşîna xwe bi dijwarî bimeşîne.

Serokatiya Konseya Rêveber a KNK'ê der barê 15'ê Sibatê de daxuyaniyek nivîskî da çapemeniyê û diyar kir u komplo li her çar parçeyên Kurdistanê ye.

KNK’ê got: “"Komploya Natneteweyî ya 15ê Sibatê, kiryarek korsanî ye û li dijî nirx û pîroziyên mirovahiyê teva ye. Nirx û pîrozî di encama keda nifşan, têkiliya civakan û keda bi milyonan mirov têne bidestxistin. Lîderên gelan, pêşeng û lehengên gelan jî di heman çarçovê de, di encama tevgerên civakî û guhertinên heyamên dijwar de derdikevine holê û wek nirxên mirovahiyê têne qebûl kirin. Birêz Abdullah Ocalan jî, ji bo demokrasiya gelan, ji bo biratî û wekheviya gelan, nirxekî dîrokî ye û hişmendiya wî ya hemdemî jî nîşaniya vê ye. Lê hêzên serdest, dijminatiya xwe ya li dijî gelan, li dijî nirx û pîroziyên mirovahiyê, di şexsê Ocalan de destnîşan kirin. Bi vê mebestê em komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê, bi dijwarî şermezar dikin û bang li sazî û dezgehên demokratîk teva dikin ku li hemberî komplokeran dengê xwe bilind bikin. 15'ê Sibatê Komploya Navneteweyî, ku bi awayekî korsanî li dijî Rêberê Tevgera Azadiya Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, di çarçoveya bazirganiya selefkarî û hesabên kole-kirina gelan de hate lidarxistin.

Em weke KNKê komploya korsanî û êrîşa li dijî nirx û pîroziyên gelê kurd bi dijwarî şermezar dikin. Gelê kurd 15'ê Sibatê, weke "roja reş" îlan kiriye. Ev tê wateya ku gelê kurd, li dora Birêz Ocalan çemberek ji agir çêkiriye û di her rengî de û bi her awayî dijberiya xwe nîşan dide. Piştî 1 4 salan jî, îsal, wek roja destpêkê bi awayekî girseyî û li her qada jiyanê, li welat û derveyî welat, dijberiya nîşan dide. Mixabin komplo berdewam dike û "siyaseta entegrasyona" ku wek çareseriyê derdixine pêş jî, bi armanca xapandina gelê kurd û têkbirina destketiyên gelê kurd e."

KNK'e di berdewama daxuyaniyê de wiha anî ziman: "Lazime gelê kurd û rêxistinên siyasî û civaki yên kurdan bi hişyarî û dilsoziya yekîtiya neteweyî tevbigerin û li dijî Komploya Navneteweyî dijberiya xwê nîşan bidin. Komplo, li dijî her 4 parçeyên Kurdistanê ye. Êdî hatiye fam kirin ku, bêyî çarseriya pirsgirêka kurd, aştiya herêmê jî ne mumkun e. Heta ku Birêz Abdullah Ocalan azad nebe û gelê kurd nebê xwedî statuyeke siyasî, çareserî jî çênabe. Pêwiste her kurd, her partiya siyasî ya kurd, vê pêvajoyê bi vî rengî û baş bixwîne, wateya Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê baş fam bike û di vê çarçovê de têkoşîna xwe bi dijwarî bimeşîne."