KNK'ê ji malbata Nûjiyan Erhan re sersaxî xwest
KNK'ê ji ber şehadeta rojnamevan Nûjiyan Erhan sersaxî ji malbata wê, gelê Kurd û hemû rojnamevanên çapemeniya azad re xwest.
KNK'ê ji ber şehadeta rojnamevan Nûjiyan Erhan sersaxî ji malbata wê, gelê Kurd û hemû rojnamevanên çapemeniya azad re xwest.
Komîteya Ragihandinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber şehadeta rojnamevan Nûjiyan Erhan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KNK'ê bibîr xist, ku Nûjiyan keça bajarê Hîlwan ê Bakurê Kurdistanê bû û keda wê ya di nava çapemeniya azad de bibîr xist: "Bêhtirî 10 salan bi rengekî serketî karê rojnamevaniyê kir. Di nava van 10 salan de ji rojnameya Ozgur Polîtîka, Ajansa Nûçeyan a Jinê, Roj, Medya û gelek qenalên din ên televîzyonê yên li Kurdistan û Ewropayê bi du zimanan (Kurdî, Tirkî) dinivîsand û roportaj amade dikir.
Di dema fermana 2014'an bi ser Şengalê de Nûjiyanê her zû xwe gihand herêmê û bi nûçeyên xwe rewşa gelê me yê Şengalê ragihand. Li wir gelek rapor li ser rewşa jiyan, jinên Êzidî û berxwedêrên Şengalê amade kir, nivîsand."
KNK'ê ragihand, Nûjiyan Erhan di dema êrîşa 2'ê Adarê ya çekdarên PDK'ê de, gava li Xanesorê bi karê xwe yê rojnamevaniyê radibû, bi giranî birîndar bû got, "Mixabin, ji ber giraniya birîna wê, roja 22'ê vê mehê jiyana xwe gorî Kurdistanê kir.
Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê peyama sersaxiyê ji malbatê, heval û dost û hevkarên Nûjiyanê re radigihînin. Di heman demê de sersaxiyê ji rojnamevanên werek û welatparêz re dibêjin, ewên ku her dem amade ne eger bi bedela jiyan û giyanê xwe jî be rastiyan ji bo gelê me ragihînin."