Beyannameya 18. Civata Giştî ya KNK'ê

Di civata giştî ya KNK'ê de bang li hemû hêzên Kurdistanî hate kirin ku bes hevdu sûcdar bikin, li pêşberî dijmin hevdu qels nekin û aştiya navxweyî pêk bînin. KNK'ê xwest, ji bo azadiya Ocalan karekî daîmî were kirin.

Beyannameya 18. Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hate eşkerekirin.

Di beyannameyê de hate ragihandin, 18. Civata Giştî ya KNK'ê bi şiyara "Bi armanca geşkirina diyalog û aştiya navxweyî" bi beşdariya endam û mêvanan pêk hatiye û bi giştî pirs û pirsgirêkên navxweyî, navçeyî, navneteweyî û tesîra wan a li doza Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.

LI QADA SIYASÎ YA KURDISTANÊ PIRSGIRÊKA HERÎ BERBIÇAV NEBÛNA AŞTIYEKE KAMIL A NAVXWEYÎ YE

Di beyannameyê de hate destnîşankirin ku vê kombûna mezin a KNK'ê bi formata şêwira neteweyî û niştimanî gelek vekirî tesbît kir ku îro di meydana siyasî ya Kurdistanê de pirsgirêka herî berbiçav nebûna aştiyeke kamil ya navxweyî ye. 

Di vê der barê de ev tespît hate kirin: "Di navbeyna dînamîkên neteweyî û niştimanî de diyalogeke bêdil heye. Helbet di navbeyna dînamîkên neteweyî û niştimanî de şerekî fizîkî nîne û eve cihê keyfxweşiyê ye, lê belê diyalog û hewayeke germ a aştiyane di navxweyî de xuya nake û eve cihê nigeraniyê ye. Berî her tiştî divê ev hewaya negatîv bê belav kirin û li şûnê hewayeke germ a neteweyiyane û niştimaniyane bê bicihkirin. Saxlemkirina vî hewayî bi geşkirina aştiya navxweyî mumkun dibe."

HÊZÊN KURD DIVÊ ENERJIYA XWE JI BO ÊŞANDINA HEV XERC NEKIN

Bi dewamî hate bibîrxistin ku di prosesa dirêj a têkoşîna neteweyî û niştimanî de bedelên giran hatine dayin û hate gotin, "Îro di encama vê fedakariya mezin de destketî hene, serketin heye. Lê her wisa ji dest dan hene, binketin hene. Bi giştî serfirazî jî heye, encamên ku em pê dilşkestî bin jî hene. Di vê berxwedana dirêj de hindek dînamîkan gelek hindekan kêm şaşîtî, kêm û kasî û qusûrî kirine. Mixabin ku xetên sor ên Kurdan dîsa ji aliyê Kurdan bi xwe ve hatine beqemkirin. Digel hindê jî em wekî KNK van hemû xeletiyan bi sifetekê bi nav nakin û tewsiye jî nakin. Ji ber vê çendê divê Kurd û Kurdistanî pêkve projektora xwe bi baldariyeke ron û zelal bidene ser plan, proje, kir û kiryarên dijminan ku gelek eşkere dixwazin doza Kurdistanê bifetisînin. Li ber vê rastiyê dînamîkên Kurdistanê divê enerjiya xwe li ser êşandina hevdu xerc nekin û divê vê enerjiya xwe bi hev re dijî dijminan bi kar bînin."

Işaret bi gef û metirsiyên dewletên kolonyalîst ên li ser destketiyên gelê Kurd hate kirin û hate gotin, "Di nav van dewletan de bi taybetî Tirkiye û Îran beramberî Kurd û Kurdistanê gelek dijminane, neyarane hereket dikin. Ji siyaseta sivîl bigirin heta ya leşkerî bi her awayî di nav pozisyoneke êrişkar de ne û ji bilî kuşt û kuştdariya li cih û warên Kurdistanê her wiha ji esmanî ve jî bombardûmaneke qetlîamkar dikin. Ev dewletên kolonyalîst ji aliyekî ve jî ji ber nebûna aştî û yêkîtiya navxweyî ya dînamîkên Kurdistanê firseteke mezin peyda dikin û gelek bi sanahî polîtîkayên xwe yên birandinê li Kurdistanê realîze dikin. Pratîka van du salên dawiyê vê yêkê bi zelalî nîşan dide. Kêm zêde hema bêjin hemû dînamîk adeta li ser lawazkirin û tesfiyeya hevdu di nav reftareke negatîv de ne. Eve bi zêdehî ve rêya xirabker ya dijminan xweş dike. Lewma daxwaza me ew e ku em careke din vî keysî nedine dijminan û zûtirîn dem dawiyê li vê belaviya navxweyî bînin û di serî de di navbeyna dînamîkên Kurdistanê de vê hewayê sar berevajî bikin ango germ bikin, diyalogeke xurt pêk bînin û gav bi gav aştiya navxweyî ava bikin ku dijmin êdî nikarin bi me bileyizin û bigihine armancên xwe yên nemirovî û gemar."

JI BO AVAKIRINA AŞTIYA NAVXWEYÎ PÊWÎSTÎ BI BERNAMEYKEE RÊZE AKTÎVÎTEYAN HEYE

Di beyannameyê de hate destnîşankirin ku ji bo pêkhatina aştiya navxweyî pêwîstî bi bernameyeke rêze aktîvîteyan heye û wiha hate gotin: "Di serî de divê bi seredaniyan têkilî bêne germ kirin, sarîtiya heyî bê berteref kirin. Her kes û hêz di bingehê xwe de lê bi van danûstandinên germ divê têkiliyan xurt bikin. Di vê prosesê de karê herî giring, di pirsa beramberî dijminan de hişyarkirina hissiyata neteweyî û niştimanî ye. Di rojên girîng û pîroz yên polîtîk, neteweyî û dînî de divê edetê seredaniyan bê dest pê kirin. Bi taybetî rojên neteweyî û niştimanî bi programên hevpar û digel hevdu divê bêne pîroz kirin. Dînamîkên neteweyî û niştimanî her wekî edetê salan ê di nav xelkê de, di şîn û şahiyan de divê mil bi milê hev bi hev re bin. Hindî mumkun divê hewil bê dan ku di navbeyna organîzasyonên siyasî û sivîl de karûbarên hevpar bêne plan kirin, proje bêne çêkirin û pratîze kirin. KNK bi her awayî wê di vî warî de hevkar be, piştevan be û tewsiyekar be.  

HER ÇI PIRSGIRÊK BERIYA NIHA RÛ DABE, DIVÊ DÎNAMÎKÊN NETETEWEYÎ ÊDÎ HEV SÛCDAR NEKIN Û XWE NÊZÎ HEV BIKIN

KNK bi giringî û bi dengekî bilind hawarê dike ku di navbeyna dînamîkên neteweyî û niştimanî de her çi pirsgirêk, arêşe, alozî, pirozîk, hevdu şkandin û dilgiranî çebûyî û rûdayî jî bin, îro divê eve bêne paşdan û bi ruheke birayane destê hevdu bigirin, hevdu sûcdar û dadgeh nekin û firsetê bidene pêkhatina germ ya aştiya navxweyî. Bila neyê ji bîr kirin; hindî ku Kurd û xelkên din ên li Kurdistanê di nav xwe de û digel hevdu aşt bin dê zûtir û sanahîtir yekîtiya nav xwe vehûnin û pêk bînin. 
 
20 SALIYA KNK'Ê

Di dewama beyannameyê de hate bibîrxistin ku sala 2019'an wê civata giştî ya 19. a KNK'ê pêk were ku 20 saliya KNK'ê ye. Di vê derbarê de hate gotin, "KNK bi vê munasebetê wê hemû kar û xebata xwe, pîrozbahiya bîst saliyê û haziriya civata giştî di çarçoveya geşkirina diyalog û aştiya navxweyî de pêk bîne."

AZADIYA OCALAN DIVÊ ROJEVA SEREKE BE Û JI BO VÊ KAREKÎ DAÎMÎ BÊ KIRIN

Di beyannameyê de bal hate kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 20 sal in di destê dewleta Tirk de dîl girtî ye û hate gotin, "Ji 2015'ê ve têkilî bi timamî lê hatiye birîn û di bin tecrîdeke giran de ye. Ev reftara dewleta Tirk bi ti awayî nayê qebûlkirin. Ji bo azadiya wî divê karekî daîmî bê kirin û di serê rojevê de be. Civata Giştî ya 18. ya KNK'ê di vê xebata geşkirina diyalog û aştiya navxweyî de biryar da ku li sala 2019'ê ku bîst saliya esareta wî ye, du sepozyuman pêk bîne. Ya yekê di meha Sibatê de bi beşdariya temsîlkarên dînamîkên neteweyî û niştimanî, ya duyê jî di meha Hezîranê de bi beşdariya kesayetiyên navdar yên navneteweyî yên biyanî dê bêne kirin. KNK daxwazê ji hemû dînamîkên Kurdistanê û xelkên Kurdistanê dike ku di xebat û têkoşîna azadkirina Ocalan de aktîv bin û piştevan bin."

DEWLETÊN TIRKIYE Û ÎRANÊ JIYAN LI GEL HERIMANDINE

Di beyannameyê de li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Kurdistanê wiha hate gotin, "Li Tirkiye û Îranê rewşa Kurdistanê bi gotina herî sade gelek xirab û dijwar e. Tirkiye bi timamî siyaseteke birandêr didomîne. Ji bilî kuşt û kuştdariyê, ji erd û esmanî bombardumanê di dereceya herî bilid de dike. Her wisa di warê sivîl de timamî rêyên xebatê birîne, bloke kirine û bi hizaran siyasetmedaran digire ku hefs tijî kirine.  Îran ji dewleta Tirkiyeyê kêmtir namîne û li Kurdistanê jiyan li xelkê heram kiriye. Hemû kir û kiryarên nemirovî dike û di ser de jî îdaman didomîne. Digel vê zulm û zora li nav, bi roket û fuzeyan êrişî Başûrê Kurdistanê jî dike ku herî dawiyê bi dehan siyasetmedarên ji Rojhilatê Kurdistanê hatin qetil kirin. Ev pozisyonên êrişkar û birandêr yên Tirkiye û Îranê qabilî qebûl nînin. Em wekî KNK gelek bi xurtî van polîtîkayên wan şermezar dikin. Lê her wiha bang li rêveberên Tirkiye û Îranê dikin ku dawiyê li vê dijminahiyê bînin û rojek zûtir digel temsîlkarên Kurdan muzakereya pêkhatineke maqûl bikin. Rehetî, tenahî û silametiya Tirkiye û Îranê bi vê têkilî û pêkhatina digel Kurdan mumkun dibe."

BANGA LI HIKUMETÊN BEXDA Û ŞAMÊ

Wekî din ji hikumeta Bexdayê hate xwestin ku ku beramberî temsîlkarên xelkê Kurdistanê adil bin û hate gotin, "Heq û huqûqa xelkê Kurdistanê her wekî di makqanûna Iraqa Federal de hatiye destnîşan kirin qebûl bikin û di pratîkê de bi cih bînin. Her wiha KNK daxwazê ji hikumeta Şamê jî dike ku statuya xelkê Kurdistanê bi rengekî demokratîk qebûl bikin û digel xelkê Kurdistanê li ser bingehê azadî, wekhevî, aştî û dadiyê pêkhatineke adil û maqûl bikin."

QEDEXEYA LI SER PKK'Ê ESASÊN HEBÛNA YEKÎTIYA EWROPAYÊ Û NORMÊN WÊ SEQET DIKE

Di dewama beyannameyê de hate bibîrxistin ku li Ewropayê bi taybetî li Elmanyayê nifûseke mezin a Kurdan heye û hate gotin, "Duyemîn hêza dîasporaya Kurd li nava dewletên Yekîtiya Ewropayê (YE) ye. Reftara giştî ya YE'ê beramberî doza Kurdistanê mixabin ku gelek zelal, vekirî û dostane nîne. Hêj jî doza Kurd û Kurdistanê gelek bi rehetî gorî berjewendiyên xwe dikin ku ev e ne wijdanî nejî ehlaqî ye. Helbet têkilî û menfeetên wan wê digel Tirkiye û Îranê hebin û Kurd rêzê li vê polîtîkaya wan digirin. Lê belê, di warê mafên mirovî, normên azadî, wekhevîtî û dadiyê de pozisyoneke kamil a rast û durust nîşan nadin ku eve qusûreke mezin e bo wan. Qedexeya li ser PKK'ê û kirina wê ya li lîsteya terorê esasen hebûna YE'ê û normên wê seqet dike û ev polîtîkaya wan xizmeta kevneperestî, paşverûtî û antî demokratîtiya dewletên wekî Tirkiye û Îranê û bi giştî li Rojhilata Navîn dike. 

DIVÊ NAVÊ PKK'Ê JI NAVA LÎSTEYA 'RÊXISTINÊN TERORÊ' BÊ DERXISTIN

YE'ê divê digel prensîbên xwe durust be û zûtirîn dem vê qedexeya li ser PKK'ê rake û PKK'ê ji lîsteya terorê derêxe. KNK hêvî dike ku YE hem beramberî dîasporaya Kurd ya di nav xwe de hem jî digel xelk û rêvebirên Kurdistanê di nav têkiliyeke heqqane, dostane û dadyar de bin û piştevanê doza Kurd û Kurdistanê bin ku dozeke heq û rewa ye."

AMERÎKA Û RÛSYA BILA PIŞTEVANIYÊ LI KURDAN BIKIN

Di beyannameyê de hate ragihandin ku Amerîka û Rûsya îro di warê siyasî, ekonomîk, leşkerî û teknolojiya fezayî de di nav rikeberiyeke mezin de ne û li ser vê mijarê ev tespît hate kirin: "Rojhilata Navîn jî îro bûye meydaneke rekabetê di navbeyna herdu dewletan da. Yek ji xelkên qedîm ên vê cografyayê jî Kurd in. Neheqî û bêdadiyeke mezin li Kurdan tê kirin. Di destkevtên Kurdan yên îro de li başûr û rojavayê Kurdistanê bi taybetî Tirkiye û Îran di nav xirabkeriyeke mezin de ne. Amerîka û Rûsya li navçeyê gelek aktîv in. Ji vê rikeberiya wan a piralî Kurd zerareke mezin dibînin. KNK daxwazê ji herdu dewletan dike ku mafên Kurdan, destkevtên Kurdan nekine goriyê berjewendiyên xwe û digel bizava azadiyê ya Kurdan piştevan bin.

MAFÊ KURDAN E KU LI NAVA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BÊ TEMSÎLKIRIN, DIVÊ KURSIYEK JI KURDAN RE BÊ DAYIN

Rêxistina Neteweyên Yêkbûyî (UNO) rewşa Rojhilata Navîn ji nêzîk ve dişopîne. UNO divê li gorî prensîbên xwe piştevanê azadîxwazan û parêzerên mafên mirovan be ku Kurd tekoşîna azadiyê û mafên mirovahiyê didin. Kurd li navçeyê dijî her reng zulmê, kevneperestiyê, paşverûtiyê, nijadperestiyê bi vê têkoşîna xwe ya xurt bedelên giran didin. Kurd bi vê pozisyona xwe ve mafdar in ku di UNO'yê de bêne temsîl kirin. KNK daxwazê ji UNO'yê dike ku kursiyeke temsilkariyê bidene Kurdan. 
 
BANGA LI RÊXISTINA HEVKARIYA ÎSLAMÎ

Bi dewamî hate bibîrxistin ku piraniya gelê Kurdistanê misilman e û hate gotin, "Tirkiye, Îran û herwisa Iraq û Sûriye endamên Rêxistina Hevkariya Îslamî (Islamic Cooperation Organization) ne. Bi taybetî Tirkiye û Îran beramberî xelkê Kurd siyaseteke xeddar û bêdad didomînin û mafê xelkê Kurd binpê dikin ku ev e li gorî normên îslamî jî neheqiyeke mezin e. Hikumetên Bexda û Şamê jî di nav reftareke neadil de ne. KNK bi giringî bangî Rêxistina Hevkariya Îslamî dike ku beramberî bizava neteweyî ya xelkê Kurdistanê bêgane nemînin, ji nêzîk ve di nav têkiliyê de bin û heq û huqûqê xelkê Kurdistanê biparêzin û dewletên Tirkiye, Îran û hikumetên Bexda û Şamê bi xurtî hişyar bikin ku dawiyê li vê bêdadiya xwe bînin."

NADIYA MÛRAD Û KOÇER BÎRKAR CAREKE DIN HATIN PÎROZKIRIN

Di beyannameya 18. Civata Giştî ya KNK'ê de hate ragihandin ku di têkoşîna azadiyê, aştiyê, wekhevî, mafên mirov û demokrasiyê de xelkê Kurd bedelên giran dide û hate gotin, "Bi taybetî xwudanên baweriyeke qedîm Kurdên Êzîdî di vê prosesê de bûne hedefa dijminan û bêdadiyeke mezin bi serê wan hate înan. Herî dawiyê li Iraqê ji aliyê hêza kevneperest û paşverû DAÎŞ'ê ve rûbirûyî jenosîdê hatin û bi taybetî jinên Kurdên Êzîdî hatin dîl kirin û kuştin. Yek ji wan jinên Kurdên Êzîdî jî Nadiya Mirad bû ku hatibû dîl kirin. Wê bi sebir û sebatê xwe ji destê DAÎŞ'ê xilas kir û destek de têkoşîna eşkerekirina rûyê reş ê DAÎŞ'ê li dinyayê. Ji ber vê bizava wê ya bi cisaret ya azadî û aştiyê, xelatê bi seng û bi prestîj li dinyayê xelatê NOBELê yê aştiyê digel Dr. Denis Mukwege (Kongoyî) bo wê hate dan. KNK bihayekî mezin dide vê bûyerê û komîteya NOBEL'ê pîroz dike ku jineke Kurd ya Êzîdî xelat kirin. KNK vî xelatî her wekî xelatdayîna hemû jinên Kurd û pêkve xelkê Kurd qebûl dike ku Kurd hem bo azadiya xwe hem jî bo aştiya Rojhilata Navîn û dinyayê bi bedelên giran têkoşînê didin. KNK bi vê munasebetê careke din Nadiya Miradê ji ber wergirtina xelatê aştiyê yê Nobelê pîroz dike."
 
Di beyannameyê de hate bibîrxistin ku zana û akademisyenê zanista Matematîkê Koçer Bîrkarê Merîvanî xelatê Matematîkê wergirt û hate gotin, "Yekîtiya Matematîkerên Dinyayê matematîkzanekî Kurd hêjayî xelatê Fields (John Charles Fields) dît ku li dinyayê wekî xelatê Nobela Matematîkê tête qebûl kirin. KNK bi dilgermî Koçer Bîrkar pîroz dike û di xebata zanistî ya Kurdistan û cîhanê de serketinê jê ra dixwaze û herweha spasî Yekîtiya Matematîkerên Dinyayê jî dike ku ev xelatê bihadar dane zanayekî matematîkê yê Kurd."

BANGA LI GELÊN KURDISTANÊ Û SAZIYÊN WÊ

Di dewama beyannameyê de ev bang li gelên Kurdistanê, medya, rewşenbîr û saziyên wan hate kirin:

"KNK hêvî û daxwazê ji xelkê Kurdistanê dike ku berî hertiştî aştiya navxweyî geş bikin, saxlem û mayînde bikin daku dijmin ji dubendiya navxweyî faydeyî nestînin. 
 
KNK bi giringî daxwazê ji medyaya Kurd dike ku hem azadiya xwe ya bîr û hizirî biparêzin, weşangeriyeke azadane û adilane bikin û herwisa xizmeta avakirina aştiya navxweyî bikin. 
 
KNK bi dilgermî hêvî û daxwazê ji ronakbîr, nivîskar û hemû kesên xwudan meslek û organîzasyonên sivîl û demokratîk dike ku ji bo avakirina aştiya navxweyî bîr û hizir û qelemê xwe, hêza xwe bi rengekî aktîv û pratîkeke pozîtîv bi kar bînin. 
 
Jin û ciwan dînamîkên xurt û enerjîk yên civatê ne. KNK hêvî û daxwazê ji jin û ciwanên Kurdistanê dike ku di her war û xeleka jiyanê da, li malê, li xwandingehan ji bo geşkirina diyalog, têkilî û danûstandina civatê ya aştiyane xebatê bikin. 
 
KNK bangî hemû rêvebirên dînî û mezhebî yên Kurdistanê dike ku di îbadet û danûstandinên baweriyî de mesajên hevgirtin, hevkarî û dostayetiyê bidin û bi bang û emelên xwe xizmeta avakirina aştiya navxweyî bikin."
 
'HEM XWE HEM JÎ HEVDU LI BERAMBERÎ DIJMIN XURT BIKIN'

Di dawiya beyannameyê de daxwaz ji hemû dînamîkên siyasî yên neteweyî û niştimanî yên Kurdistanê hate kirin ku siyasetê wekî xizmeta xelkê bikin û hate gotin, "Hem dijî dijminan têkoşîneke xurt bidin hem jî di navbeyna xwe de li ser esasê rekabeteke demokratîk xebatê bikin, li ser zemînê lawazkirina hevdu siyasetê nekin, hem xwe hem jî hevdu beramberî dijmin xurt bikin û karûbarê xwe yê siyasî û rêxistinî di nav aştiyê de bi cih bînin û mil bidene bizava avakirina aştiya navxweyî. 
 
Li Kurdistanê baweriyên qedîm yên wekî Yaresanî, Elewî, Șiî, Êzidîtî û Zerdeştî ji aliyê hebûn û pêkînana rîtûelên xwe yên baweriyî ve zor û zehmetiyên mezin dibînin, rastî neheqî û bêdadiyan tên ku eve layiqî dîroka xelkê Kurd nîne ku bi salan e têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê didin. Mafên van komên civatê divêt di çarçoveya azadî û wekhevîtiyetê de bêne dîtin û li goreyî wê di nav pratîkê de bin. KNK bi giringî dixwaze balê bikêşe ser vê pirsê û herweha bangî xelkê Kurdistanê dike ku têkilî û danûstandina digel van pêkhateyên civatê bêne germ û xurt kirin ku eve ji bo geşkirina diyalog û aştiya navxweyî jî karekî esasî ye.

Kurdistan ji aliyê etnîk ve jî dewlemend e û xelkên cuda jî li Kurdistanê dijîn û hevqederên xelkê Kurd in û digel Kurdan xwudanên Kurdistanê ne. Di serî de Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ermenî, Cihû, Roman, Tirk, Ereb, Fars û yên dî hem wekî xelk hem jî wekî baweriyên dînî ji kevin were parçeyên bingehîn yên cografyaya Kurdistanê ne. Mafên wan di dereceya herî bilind de hene û parastîne û herwisa xwudanên qedera xwe ne. Di avakirina aştiya navxweyî ya li Kurdistanê de şertê sereke ew e ku Kurd digel van xelkên bira di nav têkiliyeke demokratîk de bin. KNK bihayekî mezin dide hebûn, xebat û têkoşîna van xelkan û bi her rengî piştevanê wan e. 

BANG LI RÊVEBERIYÊN BAŞÛR Û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ HATE KIRIN KU TÊKILIYEKE GERM A NETEWEYÎ DI NAVBERA XWE DE DEYNIN

KNK bi baldarî û rêzgirtineke germ û bilind tika û daxwazê ji rêvebiriyên Başûr û Rojavaya Kurdistanê dike ku di nav xwe de têkiliyeke germ ya neteweyiyane, niştimaniyane û birayane pêkbînin û bo domandin û mayîndekirina danûstandinan di navbeyna xwe de mekanîzmayeke fonksiyonel ava bikin û her weha di navxweyî de sîstem û dem û dezgehên demokratîk bi cih bikin û di Kurdistanê de demokrasiyeke kamil pêk bînin."