KNK Şêwra Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê pêk tîne

Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) diyar kir ku di navbeyna 26-27’ê Çile ya 2018’an de wê li Başûrê Kurdistanê Şêwra Neteweyî pêk were.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî Şêwra Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku wê di navbera 26 û 27'ê Çileya sala 2018'an de Şêwra Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê pêk were.
 
Daxuyaniya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) wiha ye; "Li gorî biryarnameya Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya di civîna di 14 û 15'ê Cotmeha sala 2017'an de û piştre civîna asayiya Konseya Rêberiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 11'ê Mijdarê de li Brûkselê pêk hatî, wê  KNK Konferansa Şêwra Neteweyî ya ji bo Başûrê Kurdistanê bi mebesta berdewamkirina diyalogên demokratîk, neteweyî û niştîmanî û peydakirina çareseriyê lidar bixe.
 
Lidarxistina Konferansa Şêwrê di çarçoveya plana neteweyî û niştîmanî de, ji aliyê din ve peydakirina çareseriyek rast a ji bo krîza nebûna sîstemekî demokratîk a niha li Başûrê Kurdistanê ye. Ji aliyê din ve ji bo pêşxistina mijara çareseriya demoktarîk, siyasî û aştiyane ji bo herçar parçeyên Kurdistanê û tevahiya Kurdan e.
 
Bi rêya van hemû şêwr, civîn,  konferansan û planên heya niha KNK'ê li ser rewşa Kurdistanê lidarxistine, di meha Gulana îsal de belgenameyeke prensîbên yekîtiya neteweyî ya ji 21 xalan hatiye amade kirin heye. Ev yek tenê reşnivîsek e, em daxwaz dikin ku her aliyek pêşniyar û nêrînên xwe li ser vê reşnivîsê pêşkêş bikin. Nexşerêya xwe ya alternatîf eşkere bikin. KNK li benda her aliyekê bi awayekî çalak beşdar bibin."
 
 ‘BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DI REWŞEKE DIJWAR DE YE’
 
Di berdewama daxuyaniya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de wiha tê ragihandin; "Konferansa Şêwrê beşeke ji mekanîzmaya peyda kirina vê rêyê ye. Diyare plan ji bo lidarxistina konferanseke din a şêwra li ser asta seranserî Kurdistanê heye, ji bo ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di dema herî guncav de pêk were.
 
Me biryar daye ku di 26 û 27'ê Çileya 2018'an de (Roja În û Şemî) ev konferans pêk were. Em ê di demek nêz de raya giştî ya Kurdistanê ji cih û bernameya konferansê agadar bikin.
 
Ji bo vê konferansê em ê hemû, aliyên siyasî, partî, rêxistinên Başûrê Kurdistanê, rêxistinên sivîl, kesayetên dilsoz, rewşenbîr û serbixwe vexwînin. Lê, em ê rêxistinên siyasî û sivîl, kesên serbixwe yên parçeyên din jî ji bo dewlemendkirina diyalogê vexwînin. Her wiha emê mêvan û çavdêran vexwînin.
 
Hêjayî gotinê ye ku rewşa siyasî gelek bi lez tê guhertin, Başûrê Kurdistanê jî di rewşek dijwar de ye. Bi taybet Îran û Tirkiye başûrê welat têk bide û li dijî parçeyên din sûd jê werbigire. Di wî warî de gelek girîng e ku her dilsozekî Kurdistanê ji bo bihêzkirina yekîtiya neteweyî kar bike."