KNK: 8’ê Adarê li jinên berxwedêr ên Efrînê pîroz be

KNK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Adarê bal kişande ser Berxwedana Serdemê û diyar kir, ku jinên Kurd li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ev 7 sal in bi têkoşîna xwe li Efrînê binesaziya civkekeke wiha afirandine ku ev civak nikare were feşkilandin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber 8’ê Adarê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da bal kişande ser Berxwedana Serdemê, jinên Kurd li Rojava û Bakurê Sûriyê ev 7 sal in bi têkoşîna xwe li Efrînê binesaziya civkekeke wiha afirandine ku ev civak nikare were feşkilandin û bi domdarî hate gotin jinên Kurd ji çar parçeyên Kurdistanê li em xwîşkên xwe yên Efrînê ne, ji berk u serkeftina Efrînê ‘mîsogeriya azadiya xwe ya netewî û jinê dibinin.’’

KNK’ê di daxuyaniya xwe de got, ‘’Bi pêşengiya jinên Kurd Kurdistaneke azad û demokratik din ava agirê Şerê Cîhanê yê 3’yan de tê aavakirin. E jî dikeve xizmeta hemû jinan û gelen Rojhilata Navîn. Hêzên ku tene ji bo berjewendiyên we şerê serdestiyê dikin, demokrasi û azadiya bi deste jinan naxwazin. Ne tenê li Kurdistanê, jinên Kurd bi ezmûnên xwe yên têkoşîna azadîyê êdî bûnê pêşengên pênase û zelalkirina du hedefên çareseriya mirovahîye. Peywên wek demokrasî û azadî li Kurdistanê bûne xwedîyê naverokeke nû û cuda. ‘’

KNK’ê herî dawî got: ‘’Ji bo 8ê Adara 2018’an dikarê bê gotin ku destkeftiyên jinên Kurdistanî bûn destkeftiyên cîhanî. Ji bo vê jî em bejna xwe li himber hemû jinên Kurd, yên ku bi berxwedan û keda xwe em anîne roja îro, bi rêz û hurmet ditewînin. Wek jinên Kurd em serbilind in ku, me têkoşîna Clara Zetkin û hemû jinên şoreşgerên mezin ên cîhanê vegeradin ser hîme jinên ku ji berîya hezar salan li Kurdistanê û li Mezopotamyayê binesaziya jiyana azad li ser bingeha felsefa dayîksalariyê ava kiribûn. Em di serî de 8’ê Adara 2018’an li jinên berxwedêr yên li Efrînê; yên li Bakur, Rojhilat, Başûr, Rojavayê Kurdistan û li derveyê welêt pîroz dikin. ‘’