KNK 18’emîn civata xwe ya giştî li Hollandayê li dar dixe

Konseya Rêvebir a KNK’ê bi daxuyaniyeke ragihand ku wê di 26-27-28’ê Cotmehê de li Hollandayê Civata Giştî ya 18’emîn a KNK’ê were lidarxistin.

Konseya Rêvebir a KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di 26-27-28’ê Cotmehê de li Hollandayê bi dirûşmeya ‘Bi Armanca Xurtkirina Diyalog û Aştîya Navxweyî’ wê Civata Giştî ya 18’emîn a KNK’ê were lidarxistin.

KNK’ê di daxuyaniyê de ev agahî belav kir;

“Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê [KNK] di 26-27-28ê Çirîya Pêşîn (Cotmeh) 2018 da li Hollanda, bi armanca gotûbêjan li ser rewşa giştî ya Kurdistanê, rewşa Kurdistanîyên li derveyî welat, bi dûrişmeya “Bi Armanca Xurtkirina Diyalog û Aştîya Navxweyî, Civata Giştî ya 18. ya KNKê” kombûna xwe ya salane, weke şêwireke neteweyî li dar dixe. Ji bo van kombûnên sê (3) rojî, ji seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê, endamên KNK’ê û gelek kesayetên polîtîk û ronakbîr û her weha berpirsiyarên partî û rêxistinên polîtîk, hatine vexwendin.

KNK di vê pêvajoyê de giringîyeke mezin dide vê kombûna sê rojî ya li Hollandayê. Beşdar û endamên KNKê li ser pirsa bi giştî ya neteweyî û rêyên çareserîyê wê dîtin û bîr û bawerîyên xwe nîqaş bikin û digel hev parve bikin. Gelê Kurdistan û raya giştî wê ji encama van kombûnan bên agahdarkirin.

Bi hêviya ku ev Şêwira Yekîtîya Neteweyî û Civata Giştî ya KNKê, bi baldariyeke bilind bê dîtin.”