KNK 13’mîn Civata xwe pêktîne

KNK 13’mîn Civata xwe pêktîne

Kongreya Netewî ya Kurdistanê 13’mîn Civata Giştî pêktîne û dê di civatê de hilbijartinên serok û organên KNK’ê bên kirin û her wiha dê endamên nû sond bixwin. Ji bo şopandina civatê çapemeniya Kurdistanê hate vexwendin.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê dê li Brukselê di navbera dîrokên 25-26’ê Gulanê de 13’mîn Kombûna Civata Giştî pêkbîne. KNK’ê da diyarkirin ku, di kombûna du rojan de dê endamên KNK’ê yên Kurdistan û diyasporayê, her wiha kesayetên polîtîk, ronakbîr, berpirsên rêxistinên siyasî, sivîl û demokrat hatine vexwendin.

KNK’ê destnîşan kir ku, roja destpêkê dê li ser “Rewşa Kurd û Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Cîhanê û Polîtîkaya Netewî” nirxandin û gotûbêj werin kirin, her wiha peyam bêne dan.

Di roja duwem ya kombûnê de jî dê rojeva navxweyî dê were kirin. KNK’ê aşkera kir ku, di vê prosesa nû ya Kurdistanê de girîngiyekî mezin dide vê kombûna du rojan ku dê li Brukselê bi nûnertiyek bilind ya netewî pêkbê. Kongrey Netewî ya Kurdistanê dê nîqaş û biryarên ku di kombûnê de bigirin ji raya giştî re parve bikin.

KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li çapemeniya Kurdistanê kir ku,13’mîn Civata wan bişopînin.