KJB: Komplo mahkumê têkçûnê ye

KJB: Komplo mahkumê têkçûnê ye

KJB’ê der barê salvegera komploya 15’ê sibatê de daxuyaniyek da û diyar kir ku komplo mahkumê têkçûnê ye û got: “Jinên kurd û gelê kurd ku berxwedan bilind kirine, xwedî hêza ku dê pergala îmraliyê têk bibe ne.” KJB’ê bang li hemû gelê kurd kir ku divê bi hêzeke mezin tevli protestoyên kompoloyê bibin. 
KJB’ê di daxuyaniyê de wiha got: “ Em koploya navnetweî ya di navbera DYA, Israîl, YE, Rusya û Yewnanîstanê de pêk hatine lanet dikin. Komplo di şexsê Ocalan de li hemberî nasnameya azad, nirxên mirovaî, demokrasî, sosyalîzm de êrîşeke îdeolojîk bû.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hêzên komploger ji bo berjwendiyÊn xwe  yên aborî û siyasî yên qirêj tasfiyekirina tevgera me û qetikirina gelê me hedef kiriye. Di serî de berxwedana Serokatiya me, bi hezaran ciwan û zarok û jinan bi şîara ‘Hun nekarin roja met arî bikin’ bedena xwe dan ber agir û çalakiyên fedayî pêk anîn. Bi van çalakiyan komplo vala derxistin.  Li dijî komployê  berxwedanên ‘hun nekrain roja me tarî bikin’ û hevala Sara, Rojbîn û Ronahî ji bo me xeter û em wan careke din rêz bibîrtînin. Em berxwedana Serokatiya xwe û dîsa ya gelê xwe û jinên kurd slav dikin. 
KJB’ê da zanîn ku gelê kurd îro li çar parçeyên Kurdistanê li dijî hêzên komploger berxwe didin û her wiha berxwedana Rojava jî slav kir û got: “Em di salvegera Kompoloyê de êrîşên hêzên rejîmê ya li Eşrefiyeyê û qetikirina şervanên YPG’ê şermezar dikin.
KOMPLO DIDOME
KJB’ê da zanîn ku îro jî komplo didome û wiha got: “Serokatiya me îro di îşkecexaneya Îmraliyê de têkoşoneke mezin dide. Di şert û mercên Îmraliyê de îradeyeke bê hempa nîşan dide. Hêzên persal vê wekê asteng ji xwe re dibîne û êrîş dikin. Ev salek û nîve serokatiya me di bin tecrîdeke giran de dijî.
Her wiha li hemberî gelê me û hêzên gerîlan jî êrîş bê navber didomin.
KOMPLO DÊ MAHKUMÊ TÊKÇUNÊ BIBE
KJB’ê da zanîn ku ev zext têkoşîna gelê kurd têk nabe û berovajî vê hêzê didê û got: “Jin û ciwanên kurd divê di 14’emîn salvegera komployê de li her qadê bi hêzeke mezin berxwe bibin û têkoşîna xwe bilin d bikin. Li dijî pergal û zextên li ser Serokatî û gelê me divê têkoşîn berfirehtir bibe û divê em pergala îmraliyê di dîrokê de wenda bikin. “