KJB: AKP bi çeteyên xwe li xwe dide
KJB: AKP bi çeteyên xwe li xwe dide
KJB: AKP bi çeteyên xwe li xwe dide
Koordînasyona KJB’ê diyar kir ku ew berxwedana gelê Efrînê ya li dijî êrîş û dagirkeriya giran pîroz û slav dikin. Koordînasyonê da zanÎn ku ew kêsên ku di vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane bibîrtînin û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin.
KJB’ê daxuyaniyek nivîskî da û destnîşan kir ku li Başûrêrojavayê Kurdistanê ev du sale gelê kurd di esasa avakirina pergala xweser a demokratîk û parastinê de berxwedaneke mezin nîşan dide û wiha got: “Pergala Demokratîk ya ku gelê me li Başûrêrojavayê Kurditanê ava kiriye, yekitiya demokratîk, azad, wekhev a hemû baewriyan îfade dike. Bi pêşveberina vê xeta sêyemîn di hemand emê de Sûriyeyek azad û demokrat tê hedefkirin. Lê li aliyekê hêzên rejîmê û aliyê din jî hêzên derve ku komên çeteyane hewl didin bi êrîşan vê berxwedana gelê me qels bixînin û îradeya wan bişkînin. Serê van êrîşan dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê bi rêxistin dike.
Dema em niha têdeye, li her çar parçeyên Kurdistanên geşedanên pêk tên pir zêde li ser hev bandorê dike. Di vê wateyê de gelê me yê Başûrêrojava, ne tenê ye. Şoreşa li Başûrêrojavayê Kurdistanê pêk hatiye, ligel ku kêfxweşiya hevpar a hemû gelê Kurde, xwedî lê derdikevin. Ji bo serkeftina şoreşê, ruhê piştevanî û hişmendiya berpirsyariyê jî bi hêz dibe. Li Başûrêrojavayê Kurditsanê ji bo êrîş vala bên derxistin û qezenc bên paratin li her çar parçeyên Kurdisanê û li derveyê welat gelê me helwesta xwe ya piştevaniyê bi hêztir dike. Di dîroka me de cara yekemîn de ruh û hişmendiya netewî di gelê me de evqas bi hêz bûye. Bi vê hişmendiyê em bang li hemû gelê xwe dikin ku serkeftina şoreşa Başûrêrojavayê Kurdistanê bilindtir bikin.
AKP QIRKIRINA JINÊ DIDOMÎNE
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku li Çewlîkê jina bi navê N.A ya 14 salî rastî tecawîza 8 leşkeran hatiye û tecawîzkarên wê hatine berdan. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Ev jî mînaka şênber ya polîtîkaya qirkirinê ya jinê a AKP’ê ye. Kesên van polîtîkayên taybet yên dewletê dikin meriyetê, burokratên dewletê, memur, leşker û polîsin. Ji ber vê jî li şûna ku tecawîzkaran bidarizînin xelat dikin û mexduran ceza dikin.
Li Kurdistanê qirkirin bi gelek aliyan ve tê meşandin. Di civakê de herîz êde li hemberî zarokan ev hovîtî tê pêkanîn. Li hemberî jin û zarokan ev pêkanîn tê meşandin û êdî hatiya asteke hovane. Ev êrîş di esasê de li hemberî têkoşîna azadiyê, azadiya jinê û nasnameya kurdan pêk tê. Di serî de doza N.Ç û skandalên YÎBO û yên girtîgehan hemû polîtîkayên dewletê ne. Daxuyaniyên Waliyê Sêrtê û Şaredarê Rîzeyê jî hêj di hişê rayagiştî de ye.
Ev wehşeta li dijî jin û zarokên kurdan tên meşandin sedema rakirina qiyametê ye. Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî vê hovitiyê têkoşîna xwe bilind bikin.”