Hevseroka Giştî ya BDP'ê li ser komkujiya Roboskî, salvegera Kerbelayê, 25'ê Mijdarê, geşedanên Sûriyeyê û operasyona siyasî axivî. Kişanak anî ziman ku, komkujî bi derfetên dewletê tê bincilkirin û dixwazin ser komkujiyê bigirin. Kişanak got, salvegera Kerbelayê hem bi êşe û hem jî li dijî zilmê têkoşinek bi watedare. Kişanak da zanîn ku, operasyonên siyasî li hemberî Kurdan berdewam dike û ev berdewama feraseta darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê ye. Kişanak, destnişan kir ku li Tirkiyeyê tundiyali ser jinan didome û rojê 5 jin tên qetilkirin.
Kişanak anî ziman ku aloziya li Serêkaniyê bi destê Tirkiyeyê pêş ket û Tirkiye 2 komên çeteyan şandin Serêkaniya Rojava u pişt re alozî pêş ket.
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan kişanak derbarê komkujiya Roboskî, komkujiya Kerbelayê, 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan ya li hemberî Tundiyê, aloziyên li Sûriyeyê û operasyonên siyasî axaftinên girîng kirin. Kişanak diyar kir ku, malbatên Roboskiyê dîsa hatine Enqereyê û li edaletê digerin. Kişanak têkoşîna wan ya ji bo edaletê pîroz kir û piştgirî dan malbatan. Kişanak anî ziman ku, dayîk ji bo edaletê bi salane têkoşîn didin û Enqereyê ev bar daniye ser milê wan.
Kişanak, destnîşan kir ku 334 roj di ser komkujiya Roboskiyê re derbaz bûn û wiha got: "19 zarok 34 Kurd bi balefirên şer ên Tirk hatin bombekirin û bedena wan hatin perçekirin. Lê heta niha lêpirsîn nehat vekirin û agahî kom nekirin. Qaşo komîsyona lêpirsînê hatiye vekirin, lê ev yek hêj tu gav nehatiye avêtin. Dixwazin ser bûyerê bincil bikin û tarî bikin. Hikûmheta AKP'ê hemû hemû hêz û derfetên dewletê bikar tîne û ser komkujiyê vedişêre. Çi dibe bile bibe em dê heta dawî bi ser komkujiya Roboskiyê de biçin û em dê heta dawî lêpirsîna wê bikin. Pir aşkere ye ku Enqere biryar daye û berpirsyar Serokwezîrtî û Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê ye. Heqîqet, gelê Kurd û wijdanê Tirkiyeyê dê hesapê vê yekê bipirse."
Kişanak anî ziman ku, mirov nikare li wan wêneyên bedenên perçekirî binere û kesên mirov bin, kesên wijdanê wan hebin her tim xewna wan direve û wiha berdewam kir:" Kesên xwedî wijdan Roboskiyê ji bîr nakin. Em kesên xwedî wijdan ji bo hesap bipirsin em dê her tim xewa kesên bêwijdan û kujeran birevînin. Malbat û dayîkên Roboskiyê ji bo daxwaz û lêgerîna Edaletê hatine Enqereyê. Em li pişta malbatên Roboskiyê ne û em dê heta dawî piştgiriyê bidin malbatan. Em bang li hemû parlementerê meclîsê dikin ku vê lê gerîna malbatan a edaletê bibîne û guh bidin wijdanên xwe û piştgiriyê bidin malbatan. Em dibêjin têkoşîna malbatan têkoşîna me ye û em dê heta dawî piştgiriyê bidin wan."
'KOMKUJIYA KERBEBELAYÊ JI BO MIROVAN DERSEK MEZINE'
Kişanak bal kişan ser pirsgirêka elewiyan û Rojiya 12 Îmaman û wiha got: "Rojiya 12 îmaman rojiya şînê ye. Salvegera komkujiya Kerbelayê ye. Dema Hz Huseyîn tekoşîn dida dizanîbû ku dê bêkuştin. Dema çû Kerbelayê li dijî zaliman û zulmê derket rê û bi zanebûn berê xwe da mirinê. Vê têkoşînê gelek aliyê mirovahiyê nîşanî me da. Em kesên ku li Kerbelayê jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin. Ev komkujiya Kerbelayê êşek mezine, lê ji bo mirovahiyê dersek mezine. Li dijî zalim û zulmê têkşînek mezine. "
'MAFÊ KURDAN YÊ SIYASETÊ JI DESTÊ WAN TÊ GIRTIN'
Kişanak anî ziman ku, mafê kurdan yê siyasetê û lêgerîna edaletê ji aliyê AKP'ê ve tê astengkirin û wiha got: "Kurd her roj bi operasyonên nû yên ji aliyê AKP'ê ve tên girtin û ji mafê siyasetê û lêgerîna edaletê tên dûrxistin. Herî dawî duh li Wan û Îdirê li dijî şaredarî, BDP, KURDÎ-DER, Ajansên Nûceyan û gelek saziyên din operasyon pêk hatin. Di operasyonan de çarçoveya operasyonê de gelek hevalên me yên şaredar, endamên meclîsê, endamên meclîsa BDP'ê jî hene hatin binçavkirin."
Kişanak da zanîn ku şaredarên Îdir û Wanê hatin girtin, niha jî alîgir û cîgirê wan binçav dikin û dixwazin şaredariyan bêhêz bihêlin. Kişanak bilêv kir ku, nûnerên saziyên jinan binçav dikin û dixwazin vîna jinan ji siyasetê dûr bêxin û wiha got: "Nûnerên siyaseta darbekar niha disa berdewam dike û li dijî demokrasiyê, çareseriyê û aştiyê darbe ye. Ev dirutiya AKP'ê ye. Nêzîkatiya rêgirtina siyaseta demokratîke. Em van binçavkirinan bi tundî şermezar dikin û em dixwazin hemû hevalên me yên hatine girtin û binçavkirin bi lezgîn serbest bên berdan. Ez hemû hevalên me yên ji bo aştî, demokrasî û wekheviyê yek bi yek silav dikin."
'PÊWÎSTE JIN LI HEMBER TUNDIYÊ XWE RÊXISTIN BIKE’'
Kişanak anî ziman ku, 2 roj berê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li Dijî Jinan a Navneteweyî bû û wiha got: "Li Tirkiyeyê her rojê 3 jin tên qetilkirn. Her rojê 3 jin rastî tundiyê tên. Li gorî hin lêkolinê jî rojê 5 jin tên qetilkirin. Em jin her tim wekî çina 2'emîn tên dîtin û nêzîkatiya dewletê wekî çina duyemîn tê dîtin. Ji ber ku dema jinên rastî tundiyê tên û serî li saziyên dewletê didin, ji ber ku dewlet naparêze ji aliyê zilam ve tên kuştin. Jin dîsa rastî tundiya pergala zilam tên û zilmê dibînin. Li hemberî vê yekê divê jin bêtir xwe birêxistin bikin. Xwe nas bikin û mafê xwe nas bikin û bibin xwedî hişmendiya zayendî. Bi hêz û vîna xwe têkoşîna xwa pêş bixin. Em ji hemû jinan re dibêjin em hemû dikarin xwe bi xwe bi rêve bibin û tevlî rêveberiya dewletê bibin û hêza me heye ku em tevlî hemû qadên jiyanê bibin. Em dikarin bibin vînek û bêjin na. Me hişmendiya ku fermanê dide jinan û her tim dixwaze hikum û serdestiyê li wan bike me dît û nas kir. Ji ber vê yekê em dibêjin çareserî di destê mede ye."
KIŞANAK: 500 JINÊN KURD ÊN SIYASETMEDAR GIRTÎ NE
Kişanak destnişan kir ku, 500 jinên Kurd ên siyasetmedar girtî ne û wiha lê zêde kir: "Hevalên me yên jin ên parlementer û şaredar girtine. Em têkoşîna wan sÝlav dikin û em dibêjin em dê bi têkoşînê wan bigînin azadiya wan. "
Kişanak anî ziman ku, wan pergala Hevserokatiyê li navend, bajar û navçeyan di rêxistinên BDP'ê de pêş xist û kota zêde kir. Kişanak anî ziman ku, ew hewldidin ku bêtir mafê jinan biparêzin. Kişanak bilêv kir ku, ew ji wekheviya jin û mêr bawer dikin û ji bo vê yekê têkoşînê didin û got: "Me di peymanên tomarî de xala "Zilamê ku tundiyê li ser hevsera xwe pêk tînin neviyê meaşê wî bidin hevsera wî" zêde kir."
‘TIRKIYEYÊ 2 KOMÊN ÇETEYÊN ÇEKDAR ŞANDIN SERÊKANIYÊ’
Kişanak li ser geşedanên Sûriyeyê jî axivî û wiha berdewam kir: "Tirkiye niha dixwaze komên çekdar pêş bixe û aloziyê zêde bike. Niha tu xebatên Tirkiye yên pêşeroja Sûriyeyê bifikire tune. Dixwaze rê li pêş pevçûnên Sûriyeyê veke û ev yek derbasî Tirkiyeyê bibe. Herî dawî li navçeya Serêkaniyê pevçûn derketin. Gotin 'Li Serêkaniyê pevçûn heye. Topan davên aliyê Tirkiyeyê. Lê di rastiya xwe de 2 komên çekdar di bin agahiya hikûmet û artêşa Tirkiyeyê de ji Serêkaniya Rihayê şandine Serêkaniya bin xetê.
Piştî ku artêşa Tirkiyeyê ev 2 komên çete yên biçek bi piştgiriya artêşê şandin Serêkaniyê di 8'ê Mijdarê de pevçûn derket. Ev pevçûn ji aliyê artêş û hikûmeta Tirkiyeyê ve hatiye pêşxistin. Piştî ku Tirkiyeyê 2 ceteyên çekdar şandin Serêkaniya binxetê Serokê Meclisa Serêkaniyê ji aliyê çetayan ve hate qetilkirin. Kujerê Serokê meclîsê Tirkiye ye. "