Xebatkare VEDAŞ'ê Servet Cesûr ê ku li navçeya Miksê, di dema girtina derabeyên dikanan ên ji bo şermezarkirina qedexeyên derketina derve de li nav navçeyê digeriya, ji ber ku wê rojê bi telefona xwe dîmen dikişand, hat girtin.
li navçeya Wan Miksê, bi armanca şermezarkirina qedexeyên derketina derve, esnafan di hefteya derbasbûyî de dikanên xwe venekirin. Roja ku dikan nehatin vekirin, welatiyên bi navê Mesût Yabalak, Mûhtesîn Yalvaç, Sûat Meşe, Servet Cesûr û Emîrhan Orûk ên li kolanan bûn, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi gumana maqûl, hatin binçavkirin û ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Miksê ve hatin girtin. Mesût Yabalak, Mûhtesîn Yalvaç, Sûat Meşe û Emîrhan Orûk bi îdîaya 'belavok û metna daxuyaniya çapemeniyê di destê wan de bû' hatin girtin. Xebatkarê VEDAŞ'ê Servet Cesûr jî ji ber ku bi telefona xwe ya destan dîmenê çalakiya girtina derabeyan girt, hat girtin.
'CARA YEKÊ MIN TIŞTEKÎ BI VÎ RENGÎ DÎT Û JI BER MERAQÊ MIN DÎMEN KIŞAND'
Servet Cesûr di parêznameya xwe de diyar kir ku ji bo karên xwe yên rojane bike ew wê rojê li kolanan bû û dema dît dikan girtî ne bi telefona xwe ya destan rewş kişandiye, ev yek bi ti armancê nekiriye, bi tenê xwestiye dîmenê rewşê bikişîne. Tevî vê yekê jî Cesûr hat girtin.
'GUMANEKE BIÇÛK A SÛC JÎ NAYÊ DÎTIN'
Parêzer Denîz Yildiz got, "Li welêt şerek heye. Ev rewşa şer rê li ber xemgînî û gumanên mezin vedike. Muwekîlên me xwestin mafên xwe yên demokratîk ên weke girtina derabeyan û daxuyaniya çapemeniyê bi kar bînin. Servet Cesûr tevlî ti daxuyaniyê jî nebûye, bi tenê dîmenê girtina derbayan kişandiye, ku cara yekê tiştekî wiha dîtiye. Di vir de gumaneke biçûk a sûc nîne. Servet Cesûr dîmenê bûyereke li navçeya xwe bi rêya telefonê kişandiye. Ev ne sûc e."