Kişanak: Pêwistî ne bi agirbestek mayînde bi aştiyek mayînde heye
Kişanak: Pêwistî ne bi agirbestek mayînde bi aştiyek mayînde heye
Kişanak: Pêwistî ne bi agirbestek mayînde bi aştiyek mayînde heye
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak destnîşan kir, ku rawestîna şer bi tena serê xwe aştiyê nîne û xwest, sedemên aştiyê xera dikin ji holê bên rakirin.
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, di çarçoveya gera "Rizgariya Demokratîk, Jiyana Azad" a li 45 bajaran de, ji Mêrsînê derbasî Edenê bû. Kişanak, bi heyeta pê re bi dorê li navçeyên Seyna, Yuregîr û Ceyhanê geriya û bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Kişanak di axaftina xwe ya li naçeya Ceyhanê de bi taybetî bang li jin û ciwanan kir, ku bi awayekî çalak tevlî pêvajoya çareseriyê bibin.
Civîna gel a li navçeya Seyhanê jî li Salona Konferansê ya Şaredariya Navçeyê bi beşdariya sedan kesî pêk hat.
Kişanak li vê derê diyar kir, ku der heqê pêvajoya çareseriyê de ew di her civînên koma xwe de agahiyan didin, lê ji ber ku têrker nabînin derketine gera bajaran.
Kişanak ragihand, ku di vê çarçoveyê de ew dixwazin pêvajoyê bi awayekî zelal û vekirî û ji dil bimeşînin. Kişanak got, "Ya rast, em dixwazin di dawiya vê pêvajoyê de Tirkiye jinûve bi demokrasiyê ava bibe. Daxwaza tevgera siyasî ya Kurd a ji vê pêvajoyê ev e."
"SEDEMÊN AŞTIYÊ TÊK DIBIN, DIKARIN ŞER JINÛVE BIDE DESTPÊKIRIN"
Kişanak bal kişand ser biryara Konseya Rêveber a KCK'ê ya vekişîna hêzên gerîla û destnîşan kir, ku ji bo mayîndebûna rewşa tinebûna şer gaveke girîng e.
Kişanak diyar kir, ku ev biryar bi tena serê xwe têra anîna aştiyê nake û weha peyivî; "divê em li sedemên aştiyê xera dikin bigerin, wan bibînin û çareser bikin. Eger sedemên aştiyê têk dibin her li holê bimînin, hingî şer dikare di her kêliyê de jinûve destpê bike. Ji xwe dîroka sed salan a Komara Tirkiyê, bi tengezarî, şer, raperîn û komkujiyan derbas bûye."
Kişanak da xuyakirin, ku tişta ew ji aştiyê fêm dikin, ji holê rakirina van pirsgirêkan e, têkûzkirina hemû maf û azadiyan e û jinûve avakirina pergala demokrasiyê ye.
Kişanak destnîşan kir, ku pêwistiya wan ne bi agirbesteke mayînde bi aştiyeke mayînde heye.
Li dû axaftina vekirinê ya Kişanak, civînê bi girtina dîtin û pêşniyarên beşdaran dewam kir.
Kişanak di çarçoveya gera xwe ya Herêma Derya Spî de, li dû Mêrsîn û Edenê, wê îro biçe serdana navçeyên Hatayê Skenderûn û Dortyolê.
Piştî Hatayê jî, Kişanak û heyeta pê re wê bi dorê biçin Dîlok, Semsûr û Rihayê.