Kişanak: Ocalan dê daxuyaniya ji agirbestê girîngtir bide
Kişanak: Ocalan dê daxuyaniya ji agirbestê girîngtir bide
Kişanak: Ocalan dê daxuyaniya ji agirbestê girîngtir bide
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak bi rojnamegerên navneteweyî re hate cem hev û di derbarê hevdîtinên rayedarên dewletê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî dan. Kişanak di derbarên pirsa "Dê di Newrozê de agirbest bê îlankirin" de axivî û diyar kir ku, Ocalan dê ji agirbestê girîngtir daxuyaniyekê bide û wiha got: "Banga dê bê kirin, dê ji agirbestê zêdetir tiştina bîne ziman."
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak li Otela Hîll ya Taksîmê bi xebatkarên çapemeniya navneteweyî re hate cem hev. Berpirsyara Çapemeniyê ya BDP'ê Fîlîz Koçalî, Endamê MYK'ê yê BDP'ê Kemal Pekoz, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak tevlî civînê bûn. Ji DYA’ê NPR, Almanyayê ZDF, Die Zeit, ARD, Fransayê Le Monde, AFP, Euronews, Le Figaro, Îngîltereyê Fînancîal Tîmes, BBC, Reuters, The Tîmes, The Guardîan, Îspanyayê Ajansa EFE, EE Parîs, Çînê CC Tv û gelek saziyên din ên çapemeniyê tevlî civînê bûn.
Kişanak anî ziman, ji ber Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji ber nexweşiya xwe tevlî civînê nebû. Kişanak da zanîn ku, civîn têkildarî hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên e. Kişanak diyar kir ku, pirsgirêka Kurd a ji 200 salan pêk tê dê bi riyên demokratîk bê çareserkirin û wiha got: "Hevdîtinên li Îmarliyê pêk tên gelek girîng û dîrokî ne. Yekemîn care heyeta dewlet û hikûmetê temsîl dike bi awayekî fermî li Îmraliyê hevdîtinan dike. Ji sala 93'yê heta niha dem dem hevdîtin çêbûn. Lê hevdîtinên wekî niha girîng nebûn. Hevdîtin bi raya giştî re vekirî pêk tên girînge."
'PÊŞNIYARÊN OCALAN HESASIYETÊN HER DU ALIYAN PÊK TÎNE'
Kişanak bilêv kir ku, 2 heyetên BDP'ê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn û di hevdîtinan de Ocalan ji bo aştiyê bi biryare û wiha axivî: "Di pêvajoyê berê de perspektîfên Birêz Ocalan nedihatin zanîn. Tenê parastinên ji dadgehê re hatin şandin ji raya giştî re dihatin parvekirin. Metîna ji aliyê Birêz Ocalan ve hate amakdekirin tenê pêşnûmeye. Ew bixwe jî dixwaze li ser pêşnûmeyê rexneyên baş bên kirin. Me jî li navenda partiya xwe nîqaşên pêwîst kirin."
Kişanak da zanîn ku, perspektîfa ji aliyê Ocalan ve hate amadekirin li gorî Rojhilata Navîn û daxwazên kurdan e û di heman demê de metîn hesasiyetên heyeta dewlet û hikûmetê jî temsîl dike li ber çavan hatine girtin. Kişanak destnîşan kir ku, hêviya wan ew e ku hikûmet û dewlet pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullab Ocalan cidî bigire û wiha pê de çû: "Di pêvajoya aştiyê de em dê fêde ji ceribandinên cîhanê bigirin. Pêvajoyên muzakereyê gelek zor in. Divê di vê pêvajoyê de komîsyon bên avakirin."
'JI BO PÊVAJO BI AWAYEKÎ ERÊNÎ BÊ MEŞANDIN DIVÊ KOMÎSYON BÊN AVAKIRIN'
Kişanak di axaftina xwe de behsa 3 komîsyonan kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Komîsyona Aştiyê dibe. Ev komîsyon di pêvajoyên xitîmîn pêk tê bikeve dewreyê û pêşniyaran pêk bîne. Komîsyona Demokratîkbûnê, di bingeha pirsgirêka Kurd de pirsgirêka demokratîkbûnê heye. Bi vê komîsyonê divê rewşa demokratîkbûnê pêk bê. Komîsyona Şopandinê dibe. Ev komîsyon jî dê pêvajoyê bişopîne. Helbet pêvajo bi awayekî ewlehî pêk bê girîng e. Ji bo ev xebat bi awayekî fermî pêk bên divê parlementor jî zagonên pêvîst sererast bike. Heke ev hevdîtinê di aliyê zagonî de dê bibin sûç."
Kişanak bal kişand ser Newroza 21'ê Adarê ya Amedê û wiha got: "Heke pêvajo erênî berdewam bike, li bendêne ku Birêz Ocalan di 21'ê Adarê de bangê bike. Em ji gelê xwe dixwazin ku ji salên borî bêtir bi hêz tevlî Newrozê bibin. Slogana Cejna Newrozê, 'Ji Ocalan re azadî ji gelê Kurd re statû' ye. Ev slogan li gorî pêvajoyê ye."
'AKTORÊ BINGEHÎN Ê KURDAN BIRÊZ OCALAN E'
Piştî axaftinê Kişanak bersiva pirsên rojnamegeran da. Kişanak bersiva pirsên, "Dê di Newrozê de agirbest bê îlankirin?", "Aliyê Kurd piştî paşvekişandina sala 99'an de di operasyonên Artêşa Tirk de komkujî pêk hatin niha bawerî heye?", "Di vê pêvajoyê de ji kurdan kî dê gotina dawî bêje?", "PKK, Qendîl û Ocalan dê lihevbên?", "Naveroka daxuyaniya dê di Newrozê de bê dayîn çî ye?", "Dê di komîsyonan de kî cih bigirin?" û "4'emîn paketa dadê daxwazan bi cih tîne?" da. Kişanak wiha bersiva wan pirsan da:
"Di pêvajoyên aştiyê de armancên aliyan ên cuda hebin. Komîsyonên me pêşniyar kirin dê daxwazên cuda lihevbînin. Daxwaza hikûmet û dewletê ya sereke çekan ji PKK'ê bigireye. Kurd jî dixwazin mafên wan di makezagonê de bên mîsogerkirin. Ev pêvajo bi daxwazên aliyekî înkar bike nayê meşandin. Aktorên kurdan ên ji yekî zêde hene. Lê ev aktor bi hev re dixebitin. Peywira Birêz Ocalan koordîne pêkanîn û li ser navê hemû kesî biaxive ye. Di pêvajoya çareseriyê de hemû aktorên Kurd Birêz Ocalan weke aktorê serek diyarkiriye."
'DIVÊ DI NAVBERA OCALAN Û QENDÎLÊ DE RAGIHANDIN RASTE RAST HEBE'
Kişanak anî ziman ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de ji agirbestê zêdetir dê daxuyaniyekê bide û wiha axivî: "Divê banga tê kirin ji agirbestê zêdetir tiştan bi wate bike. Komîsyonên tên avakirin dê nûnerên her du aliyan lê cih bigirin. Ji bo pêvajo bi lez bê meşandin divê di navbera Ocalan û Qendîlê de raste rast agahdarî pêk bê."
Hevdîtina Kişanak a bi xebatkarên çapemeniya navneteweyî bi dawî bû û piştî nîvro jî Kişanak dê bi quncenivîsên Tirkiyeyê re bê cem hev.